Li Sûrê cenazeyê 2 kesên çend roj berê hatibûn qetilkirin, ji aliyê malbatên wan ve hatin teşxîskirin. Hat diyarkirin ku yek ji cenazeyan ê endama YPS'ê Asya Taşçi ye, yê din jî cenazeyê Farûk Kaçman ê ji Farqînê ye.
Li navçeya Sûrê ya Amedê di roja 83. de li gel domandina dorpêçkirin û êrîşên hêzên dewletê, cenazeyên 2 kesên çend roj berê hatibûn qetilkirin û wan şandibûn Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û perwerdehiyê ya Amedê, ji aliyê malbatên wan ve hatin teşxîskirin. Malbatên ji bo teşxîskirinê ku ji aliyê Muduriyeta Polîsîn a Amedê ve li wan hatibû gerîn, ji wêneyên ku li midûriyeta polîsan ji bo wan hatibû nişandan zarokên xwe teşxîs nekiribûn.
Malbat danê sibehê ji bo teşhîxê çûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Hat diyarkirin ku cenaze aîdê Asya Taşçi û Farûk Kaçman in. Tevî teşxîskirina malbatan jî cenaze nehatin dayîn, ji malbatan nimûneya DNA'yê hat girtin.
Çend roj berê jina ku hatibû qetilkirin û bedena wê ya tazî ji aliyê hesabê twîtter ê bi navê J_I_T_E_M ve hatibû parvekirin, hat diyarkirin ku ne Cahîde Ozturk e, Asya Taşçi ya di sala 1993'an de li Sêrtê ji dayik bûye ye. Di daxuyaniya YPS-Sûrê de jî hat diyarkirin ku Taşçi YPS'yî ye.
Îro dîsa ji aliyê çepemeniya hewzê ve cenazeyê ku wek "Sîxurê Muhaberatê" hat lanse kirin jî, hat diyarkirin ku aîdê Farûk Kaçman ê di sala 1993'an de li Farqînê ji dayik bûye.