175 hezar Kobaniyî vegeriyan cih û warên xwe

Vegera Kobaniyên ji ber êrîşên 15'ê Îlona 2014'an ên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, dewam dike. Di nava 9 mehan de 175 hezar kes vegeriyan cih û warên xwe.

Vegera Kobaniyên ji ber êrîşên 15'ê Îlona 2014'an ên çeteyên DAIŞ'ê neçar man koç bikin, dewam dike. Di nava 9 mehan de 175 hezar kes vegeriyan cih û warên xwe.

Berê Li Kobanê û gundên wê tenê Kurd DİJİYAN û serjêmara welatiyan jî 250 hezar kes bû. Piştî ku Şoreşa Sûriyeyê  destpê kir û ew şoreş veguherî şoreşekî çekdarî,  hejmarek ji gelên kurd û ereb ku li bajarên Sûriyeyê yên wekî Heleb, Şam, Hums, Derya, Dêre Zorê û Idlibê dijiyan, ji ber rewşa şer a li wan bajaran koçî Kobanê û gundê wê kirin.

Bi hatina gelê kurd û ereb li bajarê Kobanê serjêmara welatiyan gihîşte 450 hezar kes.

Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 15`ê Îlonê ya li ser Kobanê û gundên wê, gel ji metirsiya pêkhatina komkujiyan neçarî ma ku koçî Bakurê Kurdistanê bike.

Di encama berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê navenda bajarê Kobanê  di 26’ê Çileya 2015’an ji çeteyên DAIŞ`ê hate paqjikirin û bi destpê kirin pêngava  rizgarkirina gundên Kobanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve pêla vegera welatiyên Kobanê jî destpê kir û roj bi roj zêde bû.

Li gorî Desteya Kar û Barên Civakî li Kantona Kobanê di nava 9 mehan de 175 hezar welatî vegeriyan ser cih û warên xwe û jiyana xwe ya asayî berdewam dikin.

Vegera welatiyên Kobanê hîn jî berdewam dike, deriyê sînor yê Murşîtpînar ê di navbera bakurê Kurdistanê û Kantona Kobanê, di hefteyê de rojên Duşemê û Pênşemê ji bo vegera Kobanê tê vekirin û di hefteyê de zêdetirî 3500 welatî vedigerin.