Piştî 2 sal û 7 meh di ser lêpirsîna bûyera 3 sal berê li
Wanê ya ku 2 gêrîlayên HPG'ê û xwendekarê amadeyî Îbrahîm Atabay hatin
înfazkirin Serhengeke teqawitbûyî, serdarek, serpêlek, berbazek û 13
çawişên pispor hatin girtin.
Li gundê Kêlê yê navçeya Ebexê ya Wanê di 7'ê Cotmeha 2009'an de
xwendekarê lîsê Îbrahîm Atabay û endamên HPG'ê Sunullah Kesercî
(Sîpan) û Necmeddîn Ahmed Hasan (Necmî Afrîn) hatibûn înfazkirin.
Têkildarî bûyerê de leşkerekî nameya şand û piştî nameyê lêpirsin hate
destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de derheqê rayedarên leşkerî de
biryara girtinê hate dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de Fermandarê Alya
Cendirmeyan ya Wanê Serheng Vecîhî Halîl Îyîgun yê teqawîbû û leşkerên
muvuzaf, Alîkarê Fermandarê Tabura Tevgera Taybet a Cendiremeyan ê
wê demê Serdar Hakan Başakligîl, Serpêl Muhlîs Çolak, Berbaz Kabîl
Tanyelî û çawişên pisporê yên di tîma Tevgera Taybet a Cendirmeyan de
cih digirtin ên bi navê Îsmaîl Taşdemîr, Hasan Kaya, Unal Demîrbaş,
Hasan Emîr, Mustafa Kupelî, Abdulkadîr Karaca, Abdulmutalîp Ateş,
Mustafa Perpîl, Mehmet Kocaboga, Hamza Çelîk, Huseyîn Guzel, Mevlut
Mete û Ozgenç Soylu li Dozgeriya Erdîşê îfade dan û piştî îfadeyan sewqî
Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin bû sûçdariya "Bi zanebûn mirov kuştin"
hatin girtin.
LEŞKER ÎTÎRAF KIR
Ji leşkerên tevlî înfaza li nêzî gundê Kelê bû ji Serdozgeriya Komarê ya Bi
Rayeya Taybet yê Wanê re name şand û înfaz wiha vegot: "Ez wekî kesekî
tevlî operasyona li gundê Kelê bûm ji we re bûyerekê vebêjim hem di aliyê
wijdanî û hem jî di aliyê zagonî de ji xwe re peywir dibînim. 2 'terorîstan' li
mala M.E.A kurê wî ji bo ji leşkeran xelas bibin li cem xwe girtin û reviyan.
Me ew şopandin. 2 kîlometre dûrî gund me ew asteng kirin. Fermandarê
Cendirmeyan yê Xebexê Serpêl Murat Yildirim yê ku operasyon rêvedibir bi
megafonê banga teslîm bibin kir. Wan jî destên xwe danîn ser serê xwe
teslîm bûn. Me ew razandin erdê û em li benda Serheng Vecîhî Halîl Îyîgun
man. Piştî Serheng Iyîgun hate cihê bûyerê komandoyên 3 kes teslîm girtin
xwest ku pave bên kişandin. Pişt re fermana înfazê da Tîmên Taybet yên
Cendirmeyan yên bi xwe ra aniyin. Bi çekan 3 kesên 50 metre ji me dûr
kuştin. Iyîgun, terorîstên me sax girtin û pişt re kuştim, ji me re bi axaftina
'Ev çiya ji me tên pirsîn. Ez we pîroz dikim. Van 'terorîstan' gelek mal
şewitandin û gelek can şewitandin. Me gelek caran ev ji destê xwe revandin.
Heke ev çûban girtîgehê dê derketinban û çareke din çûban çiyayan' aşkere
kir."
ÎFADE Û NAMEYA ÎXBARÊ LI HEV HATIN
Piştî nameya leşker ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê re şand par di meha
îlonê de îfadeyên hinek leşkeran girtin. Tiştên leşkeran gotin û tiştên di
nameyê de hatin nivîsandin li hev hatin. Li gorî îfadeyan piştî bûyerê
Serheng Iyîgun li cihê bûyerê lêgerîna wişandina dîmenan kir. Îfadeyên
leşkerên şahid 3 kes bi ferman Iyîgun ji aliyê tîmên taybet yên cendirmeyan
ve hatin înfazkirin piştrast kirin. Di dosyaya dozgeriyê de kesên hatin kuştin
pişt re çek dan destê wan û nêrîna peçvûn qewimî danê. Di biryara
dozgeriyê de hate diyarkirin ku Serheng Iyîgun piştî bûyerê hate cihê
bûyerê û tu girtek nîmaza negirtin û xwest ku bûyerê veşêre. Di biryarê de 2
HPG'î û welatiyek sivîl bêyî parastina rewa bê zagonî kuştin.
ÇI QEWIMÎ?
Li gundê Kelê yê navçeya Ebexê ya Wanê di 7'ê Cotmeha 2009'an de
leşkeran bi ser gund girt û 2 gêrîlayên HPG'ê û xwendekarê amadeyî Îbrahîm
Atabay piştî saxî girtin ji aliyê tîmên taybet ve hatin înfazkirin. Şaxa ÎHD'ê
ya Wanê piştî bûyerê li cihê bûyerê lêkolîn kir û di rapora amade kir de
piştî îfadeyan 3 kes hatin îfazkirin aşkerkiribû. Malbatan piştî bûyerê li cihê
bûyerê ji bo 3 kesan gor çêkir lê leşkeran bi operayonekê gor hilweşandin.