169 rêxistinên sivîl yên Amedê: Hatina Erdogan bê wateye

169 rêxistinên sivîl yên Amedê: Hatina Erdogan bê wateye

169 rêxistinên sivîl yên Amedê, diyar kirin ku hatina Serokwezîr Erdogan ya Amedê ji bo wan bê wateye û wiha got: "Rayagiştî ya Tirkiyeyê û herêmê wate dida hatinên we yên berê yên Amedê. Lê rayagiştî tu wateyê nade hatina we ya vê carê"

169 rêxistinên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî hatina Serokwezîr Erdogan a Amedê li Cemiyeta Rojnamegerên Başurê Rojhilat ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê 169 saziyên sivîl Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar daxuyanî xwend û wiha bang li serokwezîr kir: "Rayagiştî ya Tirkiyeyê û herêmê wate dida hatinên we yên berê yên Amedê. Lê rayagiştî tu wateyê nade hatina we ya vê carê"

'USLUBÊ WE BÛ SEDEMA ŞIKESTINAN'

Aktar, diyar kir ku di salên dawî de li herêmê geşedanên nebaş pêk tên û bi awayeke bi pergalî girtin, operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin û li gel vê yekê komkujiya Roboskiyê pêk hatin. Aktar, anî ziman ku ligel van yekan usluba endamên hikûmetê û Serokwezîr di civaka kurdan de bû sedema sikestinan û wiha axivî: "Ligel van hemû geşedanan hîsa jiyana bi hev re qels dibe û baweriya bi dewletê her diçe kêm dibe."

'AXAFTINA XWE YA SALA 2005'AN BÎRBÎNIN'

Aktar, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dixwazin weke serokê komara Tirkiyeyê û aktorê siyasî yê herî bi hêz axaftina we di sala 2005'an li Amedê kir bîrbînin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi muhatabên asîl ên pirsgirêka kurd re lêgerîna çareseriyê bikin. Heke helwesta heyî berdewam bike dê geşedanên nebaş pêk bên. Em weke nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî nabin hevkarê uslubê we yên ji diyalogê dûr."

'TEQEZ EV NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Piştî daxuyaniyê Aktar pirsên rojnamegeran bersivandin û diyar kir ku, muhatabê pirsgirêka kurd yê esîl gelê Kurde. Aktar, gotinên serokwezîr Erdogan yên di sala 2005'an de gotin bibîrxistin û anî ziman ku ew weke rêxistinên sivîl teqez zimanê ji diyalogê dûr qebûl nakirin. Aktar, da zanîn ku Serokwezîr û endamên hikûmetê di demên dawî de têkildarî komkujiya Roboskiyê de nirxandinên gelek giran kirin û wiha pê de çû: "Heke ev komkujî li ciheke din yê welat yan jî li welateke din pêk hatiba dê bertekên gelek dijwar hatiban dayîn. Lê komkujiyên li herêma me pêk tên nayên dîtin. Li gel vê yekê gotinên gelek giran tên gotin. Em vê yekê teqez qebûl nakin."

Aktar, bilêv kir ku baweriya gelê Kurd ya edaletê şikest û tovê nefretê zêde dibe û wiha got: "Tu hêviya gelê kurd bi serokwezîr tuneye. Tu dê rûmetê nîşanî êşên wan bidî. Bikaranîna ziman gelek girîng e. Ji ber vê yekê tu hêviya me bi hatina serokwezîr tuneye."