15 kes li Erzîromê hatin binçavkirin

Li Erzîromê 15 kes hatin binçavkirin, ku rêveberên KCD, DBP û ÎHD'ê jî di nav de hene.

Polîsên Tirk li navend û navçeyên Erzîromê avêtin ser malan û 15 kes binçav kirin ku rêveberên DBP, KCD û ÎHD'ê jî di nav de hene. 15 kesên bi îdîaya "li ser navê rêxistinê kar kiriye" hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr û destûr nayê dayîn parêzerên xwe bibînin.

Yên hatine binçavkirin: Rêveberê KCD'ê Osman Ozbey, rêveberê ÎHD'ê Felemez Ele, rêveberên DBP'ê Çetîn Gozmen û Bîlal Yaprak, rêveberê DBP'ê yê Tekmanê Cunyet Korkmaz, rêveberê DBP'ê yên Xinûsê Tûran Orûç û Savaş Dûman, Mehmet Nasir Çelîk, Cuwan Denîz, Ferhat Balkan, Cîhan Turkmen, Ahmet Alkan, Hamza Altûn, Hîkmet Sari; Ercan Toprak.