15’ê Tebaxê li Qendîlê bi meşa meşaleyî hat pîrozkirin

15’ê Tebaxê li Qendîlê bi meşa meşaleyî hat pîrozkirin

Li herêma Qendîla Başûrê Kurdistanê li gundê Bukruska bi boneya pîrozbahiya cejna 15’ê Tebaxê meşeke meşaleyî hat lidarxistin. 28’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li gundê Bukruska yê Qendîlê bi şemeke meşaleyî hate pîrozkiriin. Di meşa ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad ve hat organîzekirin de bi sedan kes beşdar bûn. Li ser navê Tevgera Hemwelatiyên Azad Ebdurehman Mîne Îbrahîm axivî.

Îbrahîm got; “15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd roja berxwedanê ye. Bi ruhê têkoşînê îro li her derê berdewam dike.” Îbrahîm destnîşan kir ku gelê Qendîlê berxwedana li Şemizînanê silav dike.

Di meşê de nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan. Piştî peyama bi navê ciwanên Qendîlê, hunermend Nû Arî, Hemîd Rojhilat û hunermendên herêmê derketin ser dike û stran gotin. Şêx Mihemed Hecî jî helbestek xwed û şahî bi govendê bi dawî bû.