12 sal bi ser komkujiya Kendekolê re derbas bû. Berpirsê vê komkujiyê jî artêşa Tirk e û weke Komkujiya Roboskiyê di wê demê de jî gotibû; “Me bi şaşitî kir, me got qey PKK’yî ne”. Qadir Mihemed ê ku ji bi saxî ji komkujiyê filitî ragihand ku artêşa Tirk weke berê, îro jî hewl dide komkujiyan binixumîne.
Dewleta Tirk ji roja damezrînê heta roja îro gelek komkujiyan aniye serê Kurd. Piştî vana di van 30 salên dawiyê de bi valakirina gundan û valakirina gundan, û komkujiyên pêk anîye gelek caran hatiye rojeva cîhanê.
Komkujiya her sê komkujiya jî sivîl bûnKomkujiya Kendekolê ya 2000’ê, komkujiya Kortekê ya di 21’ê tebaxa 2011 de pêk hat û 7 sivîlan têde jiyana xwe ji dest dan, komkujiya ROboskî ya di 28’ê berfanbara 2011 de pêk hatin tenê sê ji van komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk in. Di van komkujiyan de piraniya wan zarok û jin bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û hedefa her sê komkujiyan jî sivîl bûn.
Gelê Kendekolê ku komkujiya li wir pêk hat ji bîr nekiriye û hewl didin hesabê kuştina 35 Kurdên sivîl ji dewleta Tirk bipirsin. Qadir Mihemed di vê komkujiyê de keça xwe, dayîka xwe û b giştî 25 xizmên xwe wenda kiriye. Mihemed diyar kir ku tenê sedema vê yekê ew e ku ji ber Kurd inû got; “Çiqas me bikujin, em Kurd in, zimanê me Kurdî ye. Beriya 12 salan li Kendekolê 35 zarokên me qetil kirin, li Kortek û Roboskiyê heman tişt kirin. Lê em neqediyan. Em tu carî van komkujiyê artêşa Tirk anîne sere Kurdan ji bîr nakin û em dest jê berdandin.
Piraniya wan zarok û jin bûnKendakolê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Artêşa Tirk di 15’ê tebaxa 2000’ê de bi sedan bombe bi ser malbatên Kurd de barand. Bombebaran bi qasî saetekê berdewam kir. Di encamê de 11 jê zarok, 13 jê jin, bi giştî 35 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîdnar bûn. Hemû kesên jiyana xwe ji dest dan endamên eşîreta Herkî bûn.
Qadir got ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dan jin û zarok bûn û got; “Zarokek berê saetekê were dinê û piştre bi dehan bombe bi ser de bibarînin, gelo tiştek wiha li cihanê hatiye dîtin? Ev yek di kîjan ol de, di kîjan pirtûkê de nivîsandiye, ma Misilmantî ev e?”
Wê demê jî ‘bi xeletî’ çêbibû!Mihemend bal kişand ku artêşa Tirk hewl dide ku komkujiyên ku pêk aniye binixumîne û got ku bi sedan mirovên bê guhen dikuje û papê dibêje “min bi xeletî kuşt” û destnîşan kir ku bi vî awayî nikare ser komkujiyan bigire. Qadir got; “Bi xeletî li Kendekolê xistin, bi xeletî li Kortekê xistin, bi xeletî li Roboskî xistin. Jixwe her tim bi xeletî li gelê Kurd dixin. Hemû cîhan dizane ku ev komkujî bi zanebûn ahtine kirin. Gelê Kurd êdî ne mîna berê ye. Hesabê van komkujiya dipirse û her tim li pey doza xwe ye.”
Qadir bi bîr xist ku 12 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn, lê heta niha berpirsên wê nehatine darizandin û got ku ew ê vê doze bişopînin. Qadir got; “Me çûn kuderê, em hatin bêdengkirin. Hukûmetê ji me re got dengê xwe dernexin, Seddam jî got balefirên DYA’yê ne, em ê li ser bisekin. Me serî li NY’yê jî da, ew jî li ser nesekinîn. Her çendî 12 sal bi ser re derbas bûn, heta niha jî êşa di dilê min de ranewestiyaye. Min li wir dayîka xwe, keça xwe ya bi sed derd û belayan mezin kir, bi dehan xizmên xwe wenda kir. Mirov nikare vê hovitiyê ji bîr bike.”
Xelkê Kendekolê, piştî 12 salan îsal hatin Kedakolê, lê het niha êşa wê ji bîr nekirine. Heta niha jî parçeyên sol (pêlav), kincan ên ji ber komkujiyê mane, li wê derê di nava axê de ne. Bombeyên ji balefirên F16 yên Tirk hatin avêtin erdê 7 metre kûr kirin û niha cihê bû ye kanî. Heta niha jî çiqên darên li wê derê şkestî ne…