12'emîn mîhrîcana Mûnzûrê sibê dest pê dike

12'emîn mîhrîcana Mûnzûrê sibê dest pê dike

12'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya bi dirûşima "Bila qirkirina Dêrsimê bê nasîn, Benda duyemîn 38 e" û "Awakî Ma Diya Kes Nevîno" dê bê lidar xistin sibê bi pêşengeha karîkatûran a Zulfukar Tak bi navê 12'yê Îlonê Zîndana Amedê" dê dest pê bike.

12'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku organîzeya wê ji aliyê Şaredariya Dêrsim û Federasyona Komeleyên Dêrsim (DEDEF)ê ve tê kirin, di navbera 26-29'ê Tîrmehê de dê bê lidarxistin. Mîhrîcana mijara wê ya bingehîn dê li ser komkujiya 38'an û bendavan dê bê hûnandin, bi dirûşmeya; "Awakî Ma Diya Kes Nevîno!" û "Bila qirkirina Dêrsimê bê nasîn, Benda duyemîn 38 e" tê lidar xistin. Di çarçvoeya mîhrîcana sibê dê destpê bike û 4 rojan berdewam bike de ew ê li ser mijarên cuda panel bên lidar xistin, pêşengeh bên vekirin û konser bên dayîn.

12'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi pêşengeha karîkatûran a Zulfukar Tak bi navê 12'yê Îlonê Zîndana Amedê" dê destpê bike. Îsal cara yekemîn li parka Gola Çeto bi zaracaya kurdî kirmanckî cem dê bê girtin.