10 şervan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

cenazeyên 6 şervanên Cebhet El-Ekrad, 2 şervanên QSD’ê, 1 endama Eniya Parastina Jinên Şehba û 1 endama Kongireya Star ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên Kantona Efrînê ji bo wergiritina cenazeyên têkoşerên Cebhet El-Ekrad, Eniya Parastina Jinên Şehba û Endama Rêveber a Kongireya Star li ber Nexweşxaneya Avirîn a Efrînê û kom bûn. Li Serêkaniyê jî şervanên QSD'ê hatin oxirkirin.

Girseya gel ku cenazeyên tekoşerên Cebhet El-Ekrad Esmet Osman (Rojava Efrîn), Fikret Ocak (Aram Qoser), Elî Socay (Hogir Rojhilat), Selah Sîbo (Romat Çîlo), Mihemed Ormacî (Bawer Cûdî), Têkoşera Eniya Parastina Jinên Şehba Leyla Baksoy (Zîlan Sozan Koy) ên di 19`ê Mijdarê, şervanê Cebhet El Ekrad Ciwan Dîngilî (Cûdî Zagros) ên 20`ê Mijdarê li herêma Şehba û Endama Rêveber a Kongireya Star Fatme Silêman a di 20’ê Mijdarê jiyana xwe ji dest dabûn, wergiritin.Bi konvoyekî wesayîtan ber bigoristana Şehîd Seyîdo ya gundê Kefer Seferê ya navçeya Cindirêsê ve bi rê ketin.

Li Serêkaniyê jî bi sedan welatiyan cenazeyên şervanên QSDʹê Ehmd Hedar û Firat Serêkaniyê ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê derxistin rê.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundên wê cenazeyên şervanên QSDʹê Ehmed Hedar (Ehmed Hedar) û Mihemed Crêb (Firat Serêkaniyê) yên ku li gundê Mekmen yê Başûrê Şedadê jiyana xwe ji dest dan bi konvoyekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê ve ketin rê.

Wê li goristanê bi merasîmekî leşkerî ve cenazeyên şervanan bê definkirin.