10 kesên din şandin edliyeya Wanê

10 kesên din şandin edliyeya Wanê

10 kesên bi fermana Dozgerê Komarê yê Wanê li Bedlîs, Mêrdîn, Wan, Sêrt û Amedê hatin binçavkirin veguhestin Edliyeya Wanê.

10 kesên bi fermana Dozgerê Komarê yê Wanê di serdagirtinan de li Bedlîsê 7, li Mêrdînê 1, li Wanê 1 û li Amedê 1 hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyet Polîsan a Bedlîsê 10 kes li birin Wanê û piştî kontrola tendûrîstiyê sewqî edliyeyê hatin kirin. Karên îfade dayînê li Edliyeyê dest pê kr.