10 hezaran Heyeta Bilind a Kurdan silav kir

10 hezaran Heyeta Bilind a Kurdan silav kir

Di 24’ê tîrmehê de di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) de ‘Heyeta Bilind a Kurdan’ ku biryara wê di Peymana Hewlêrê de hatibû dayîn hat sazkirin. Bi vê boneyê îro dehhezaran Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê meşiyan û yekitiya Kurdan silav kir.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê îro saet di 21.00 de bi dirûşima “Heyata Bilind a Kurdan Nunerê Min e” hatin lidarxistin. Di serî de li Qamişlo, Efrîn, Dêrka Hemko, Kobanê û bajarê Sûriye Helebê, 10 hezaran daketin qadan û avakirina “Heyata Bilind a Kurdan” silav kirin.

Li Qamişlo, Efrîn, Amûdê, Dêrka Hemko, Kobanê û gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê peyamên yekitiyê hatin dayîn û nerazîbûn nîşanî aliyên ji yekitiya Kurdan nerazî dan.

Li bajarê Helebê bi dehhezaran Kurd li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daketin qadan û dirûşimên ji bo yekitiya Kurdan kirin. Di meşan de alên rengîn ên Kurdan hatin vekirin.

HEYETA BILIND A KURDAN

Di civîna di 24’ê tîrmehê de di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) de pêk hat de ‘Heyeta Bilind a Kurdan’ ku biryara wê di Peymana Hewlêrê de hatibû dayîn hat sazkirin. Heyeta ji 10 kesan pêk tê û di heyetê ji her meclîsekê 5 kes hene.

Heyeta Bilind a Kurdan ku dê di her qadê de (derve-hundir) nunertiyên hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bike, ji 10 kesan pêk tê. Heyeta ji 10 kesan pêk tê û di heyetê ji her meclîsekê 5 kes hene. Navên endamên Heyeta Bilind a Kurdan wiha ne:

Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK): Salih Mislim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl, Ebdilselam Ehmed.

Endamên Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS): Ehmed Silêman- Saaud Mele - Îsmail Heme - Nasir Alltin Îbrahim - Muhiyealltin Şêx Elî.