10 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin

Li rojhilatê Minbicê 4, li ser rêya Helebê jî 6 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li eniya Tişrînê gundên Cib El-Tewîl û Cib El-Qadir ên bi 7 kîlometreyan li rojavayê Çemê Firatê ne û gundê Ratoniye yê li rojhilatê Minbicê ye, ji çeteyan rizgar kirin.

Li eniya Qereqozaxê jî şervanan gundê Xerfan ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha êrîşeke  xwekujiyê ya ku bi wesayîteke bombebarkirî piştî rizgarkirina gund pêk hat, pûç kirin.

Şervanên meclîsê her wiha gundên Xezawiyê, Mixarat, Xirbet El-Eswed, Heya El-Kebîre û Heye El-Zixêre û Cereyat ên li ser rêya Helebê jî rizgar kirin.

Ji aliyekî din ve jî li gundê Resim El-Exder û Cib Nahid ên ku 3 km li başûr-rojhilatê Minbicê dikevin, di navbera şervanan Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan de, şerekî dijwar diqewime.