1. Kongreya DEM-GENÇ'ê sibe ye

DEM-GENÇ di 29'ê mijdarê de bi dirûşma "DEM-GENÇ mezin dibe, ber bi şoreşê ve dimeşe" 1. kongreya xwe ya asayî lidar dixe. Ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û gelek deverên cîhanê wê ciwan beşdarî kongreyê bibin."

DEM-GENÇ di 29'ê Mijdarê de li Amedê bi dirûşma "DEM-GENÇ mezin dibe, ber bi şoreşê ve dimeşe" 1. kongreya xwe ya asayî lidar dixe. Ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û gelek deverên cîhanê wê ciwan beşdarî kongreyê bibin."

Li ser 1. Kongreya Asayî endama DEM-GENÇ'ê Hatîce Çelîk agahî da ANF'ê.

Çelîk ragihand ku DEM-GENÇ bi kongreya xwe ya 29'ê Mijdarê re dixwze ciwanên li Kurdistan û Tirkiyeye di rewşeke belawelayî de ne, di bin sîwanekî de li hev bicivîne û got, "Ji ber polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê, ciwan li gelek qadan tên girtin, rastî îşkenceyê û êrîşên bi qasî komkujiyan mezin tên. Ji ber vê yekê weke DEM-GENÇ, ji bo pêşî li van polîtîkayên kirêt ên li Kurdistanê bigirin em bi dirûşma 'DEM-GENÇ mezin dibe, ber bi şoreşê ve dimeşe' kongreya xwe lidar dixin."

'EM Ê XWE BI RUHÊ 68'AN BIRÊXISTIN BIKIN'

Çelîk ragihand ku bi 1. Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê re ew dixwazin ruhê 68'an zindî bikin û ciwana ji nû ve bi rêxistin bikin. Çelîk got, "Dema mirov rojên bihurî dinirxînin, dibînin ku li hemberî polîtîkayên şer ên kirêt ên dewletê, ciwan her tim bûne bersiv. Ev ruhê ciwanan, ruhê dema 68'an e. Em dixwazin ruhê 68'an li gorî şert û mercên roja îro bimeşînin û potansiyeleke ciwanan a bêhtir radîkal, li dijî polîtîkayên dewletê xwedî sekneke zelaltir, têk naçin lêpirsîn û lêkolînê dikin, xwe bi rêxistin dikin û baweriya xwe bi şoreşê heye, derxînin holê."

'JINÊN CIWAN WÊ DAXWAZA AZADIYÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR BILÊV BIKIN'

Çelîk da zanîn ku Jinên Ciwan ên Demokratîk û Azad (JCDA) wê di bin sîwana DEM-GENÇ'ê de bi awayekî xweser bixebitin û got, "JCDA, li ser bingeha afirandina hişmendiya jinê, wê daxwaza azadiyê ji her demê bêhtir bilêv bike."

'EM TECRÎDA LI SER RÊBERÊ XWE BI TI AWAYÎ QEBÛL NAKIN'

Çelîk da xuyakirin ku yek ji mijarên sereke yên din 1. Kongreya Asayî ya DEM-GENÇ'ê de werîn nîqaşkirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke DEM-GENÇ em tecrîda li ser Rêberê xwe bi ti awayî qebûl nakin û ji bo azadiya Rêberê me, em ê bi berpirsyarî rabin.

Mijareke din a di kongreyê de li ser bê nîqaşkşrin, xweseriya demokratîk an jî xwerêveberî ye. Em ê 8 aliyên xwerêveberiyê binirxînin û ji bo bicihanîna wê, rê û rêbazan nîqaş bikin. Êrîşên dewletê yên li hemberî xwerêveberiyên li gelek deverên Kurdistanê hatine ragihandin, li holê ne. Em ê nîqaş bikin ku bi çi rengî weke ciwan dikarin bersivê bidin van êrîşan û tevlî xwerêveberiyan bibin."

'JI GELEK DEVERÊN CÎHANÊ WÊ CIWAN TEVLÎ KONGREYÊ BIBIN'

Çelîk ragihand ku ji gelek bajarên Kurdistanê ciwan beşdarî xebatên amadekariya kongreyê bûne û da zanîn ku ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û gelek deverên cîhanê wê ciwan tevlî kongreyê bibin.

Çelîk got, "Hema hema ji hemû bajarên Kurdistanê delege hatin hilbijartin û ji bo tevlî kongreyê bibin bi rê ketin. Ji bilî delegeyan wê ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa û gelek herêmên cîhanê, ciwanên ji rêxistinên çep, sosyalîst û demokrat wê tevlî kongreyê bibin."