JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
Buldan: Jin wê bi awayekî xurt ji pêvajoyê derkevin
Endama Heyeta Îmraliyê Buldan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîngiyek mezin dide temsîliyeta jinê û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku pêvajoya ku jin têde cih negirin, ji bo wî ne pêvajoyek derbasdare.”
-
‘Ger jin nebin pêvajo nameşe’
Komxebata Azadiyê ya Jinan a di Pêvajoya Muzakere û Çareseriya Demokratîk de destpê kir. Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik got: "Bêguman jin nebin ev pêvajo pêş nakeve. Aştiyeke ku jin têde tinebin, wek aştiyeke rastî nayê binavkirin."
-
-
-
-
KJK: Em banga pêşxistina têkoşînê li jinan dikin
KJK’ê diyar kir ku berxwedana jina ciwan Ferînaz Xostawanî ya li hember hewldana tecawizê ya ji aliyê hêzên taybet û îtlaatê li bajarê Mahabad ê Rojhilatê Kurdistanê nîşan da li Rojhilatê Kurdistanê qonaxeke nû ya dîrokî ye.
-
-
Organîzasyona Viyan: Ferînaz Xosrawanî îsyaneke
Têkildarî jina Kurd Xosrawanî ya li Mahabadê otela lê kar dikir ji bo ji hewldana tecawizê ya îstixbatravanên Îranê xwe xelas bike, ji qata 4’an xwe avêt, Organîzasyona Viyan daxuyaniyeke nivîskî weşand, berxwedana Mahabadê silav kir.
-
KJA: Îran ji jiyana li ser esasê jinê ditirse û êrîş dike
KJA, têkildarî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrowanî ya ku li bajarê Rojhilatê Kurdistan, Mahabadê ku di otelekê de dixebitî û ji bo ku xwe ji tecawiza endamên ÎtlaatêRêxistina Îstîxbarata Îranê, rizgar bike, întîxar kir, daxuyaniyek da.
-
Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, rejîma Îranê lanet kir
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî, der barê jineke Kurd a ji bo xwe ji tecawiza endamên îtlaatê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rejîma Îranê hat lanetkirin û bang protestoyan li jinan hat kirin.
-
CENÎ: Di kesayeta Ferînazê de tola jinê hilînin
CENÎ têkildarî Ferînaz Xosrowanî ya li Mahabadê ji bo li tecawiza hêzên rejîmê neyê xwe qata 4’an a otelê avêt û dawî li jiyana xwe anî daxuyaniyek da. CENÎ diyar kir ku wê di şexsê Ferînaz de bi bilindkirina têkoşînê re tola qirkirina jinê hilînin.
-
-
-
-
-
Li Parîsê çalakiya ‘edalet û ronahiyê’
Li Parîsê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê didome. Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinan a Sosyalîst di bin barana dijwar de gotin, “edalet û ronahî.”
-
-
Aysel Dogan: Em ê bi ser bikevin
Koordînasyona KJA, endama Koma Aştiyê û girtiya nexweş Aysel Dogan ziyaret kir. Dogan, xwest ji bo Kobanê û Şengal piştevanî zêde bibe û giraniyê bidin xebatên hilbijartinê.
-
KJK: Em têkoşîna Denîzan xurt bikin
Koordînasyona KJK'ê di salvegera 43. a darvekirinê de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan bi rêzdarî bibîr anî. KJK'ê, di serî de jin bang li mirovên alîgirê azadiyê kir ku têkoşîna Denîzan xurt bikin.
-
Jina 18 salî li Wanê hate kuştin
Li taxa Çelebîbax a navçeya Erdîşa Wanê jina bi navê Hasret Mete (18) salî di mala xwe de ku guleyek a tufengê lê ketibû û miribû hat dîtin. Mamê jina ciawan Ethem Ete ku cenazeyê biraziya xwe dît bal kişand ku bûyer ne bûyerek xwekujî ye.
-
Ji KJA'yê beriya komxebatê daxuyanî
KJA’yê diyar kir ku di vê astê de li desthilatdariya dewletê ferzkirin û naskirina azadiya jinê, muxatabgirtin û çareseriya pirsgirêkan, wek peywireke lezgîn li pêş wan sekiniye.
-
-
-
KJA: Em dîlgirtina Aysel Dogan qebûl nakin; bila bê berdan
KJA (Kongreya Jinên Azad) li ser rewşa girtiya nexweş Aysel Dogan a li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Ewropayê weke endama Koma Aştiyê hat Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Dogan bê berdan.
-
Li Munchen û Strasboûrgê çalakiyên edaletê
Ji bo şoreşgerên Kurd Cansiz, Dogan û Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Munchen û li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.