JIN
Li Kurdistanê gelek bûyerên destdirêjî û destavêtinê qewimîn ku kiryarên wan wezîfedarên dewletê bûn. Piraniya van dosyayên çûn ber destê dadgeriyê bêceza bi encam bûn, kiryaran wezîfeya xwe dewam kirin. Bûyer bi giranî li Mêrdîn û Wanê qewimîn.
20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi beşdariya bi hezaran jinan hat lidarxistin. Di festîvala ku bi coş berdewam kir de bang hat kirin ku statûya qanûnî ya Rêber Apo bê diyarkirin û gavên qanûnî bên avêtin.
Koordînasyona KJK’ê ji 20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan re peyam şand û got, “Wezîfeya me ya sereke û nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Encex em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Berdevaka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû anî ziman ku divê desthilat ji bo pêvajoyê qanûnên pêwîst derxe û got em ê civaka demokratîk bi pêşengiya jinan ava bikin.
Li berdevka berê ya demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn û biryar hate dayin ku girtî bimîne.
Hemû Nûçe
-
PAJK: Em ê xeyalên jiyana azad a şehîdên xwe pêk bînin
Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek da û ‘Şehîdên meha Gulanê’ bi rêzdarî bibîr anî û got: “Em diyar dikin ku em ê her tim bibin şopdarên wan û hesreta wan pêk bînin. Em soza xwe ya pêkanîna, xeyalên jiyana wan a azad, dubare dikin.”
-
-
Li Kîelê rejîma Îranê hat protestokirin
Ji ber hewldana tecawizkariyê ya endamên îstîxbarata Îranê li jina Kurd Ferînaz Xosrewanî, ku Xosrewanî dema hewl da xwe rizgar bike jiyana xwe ji dest da, rejîma Îranê li bajarê Elmanya Kîelê hat protestokirin.
-
-
Li Gävle ji bo Ferînaz xwepêşandan
Li bajarê Gävle yê li herêma Dalarna ya Swêd, Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi armanca di şexsê Ferînaz Xosrawanî ya ji bo ji tecawizê xwe rizgar bike ji qata 4’an a otelê avêt xwarê xwedî li jinên Kurd derkevin xwepêşandanek li dar xist.
-
-
Li Swîsreyê jin ji bo Ferînaz derketin qadan
Li bajarên Bern, Lozan, Bîel, Zurîh ên Swîsreyê ji bo Ferînaz Xosrawanî çalakî hatin lidarxistin. Jinên ku derketin qadan zextên li Rojhilatê Kurdistanê yên li hember jin, Kurd û muxalifan şermezar kirin û banga piştevaniyê kirin.
-
Li Karlsdat û Dresden ji bo Ferînazê çalakî
Kurdên li bajarê Swêd Karlstadê dijîn, ji bo êrîş, darvekirin û zextên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî jin, Kurd û muxalîfan tên kirin protesto bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd ên li Mahabadê rabûn ser piyan, konê agahdarkirinê vedan.
-
-
-
Li Hambûrgê çalakiya ji bo Ferînaz Xosrewanî
Li bajarê Elmanya Hambûrgê ji bo Ferînaz Xosrewanî ya li Mahabadê, ku ji bo ji tecawizkariya hêzên rejîmê rizgar bibe xwe ji qatê çaran avêt, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de rejîma Îranê hat protestokirin.
-
Ji HPJ’ê ji bo Ferînaz Xosrawanî çalakî
Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) nerazîbûnek tund nîşanî êrîşa li hemberî jina Kurd a bi navê Ferînaz Xosrawanî û got: “Tu êrîşên li hemberî jinan wê bê bersiv neyê hiştin.”
-
-
Hunermend Deman serbest hat berdan
Hunermenda Kurd Denîz Deman ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakûrê Kurdistanê dibû, li Deriyê Sînor ê Xabûr hat binçavkirin, piştre serbest hat berdan.
-
KJA li Tûşba konferansa jinê lidar xist
Li Wanê, pêkhateyên KJA'yê di çarçoveya xebatên xwe yên meclîsbûyînê de konferansa xwe ya yekemîn a jinê li buroya hilbijatrinê ya HDP'ê ya lit axa Abdûrrahmangazî ya Tûşbayê lidar xist.
-
-
Rejîma Îranê li Marsîlyayê hat protestokirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ya ji bo ji tecawizkariya rejîma Îranê rizgar bibe dawî li jiyana xwe anî, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de rejîma Îranê hat protestokirin.
-
-
-
Meclîsa Jinê ya Berçem kongreya xwe ya 5. lidar xist
Meclîsa Jinê ya Berçem a li bajarê Elmanya Gîessenê, kongreya xwe ya 5. lidar xist. Nûnera TJK-E ya li kongreyê peyivî, roja dayikan di serî de li Dayika Uveyş û Dayika Hatînce li hemû dayikên Kudistanî pîroz kir.
-
Rejîma Îranê li Elbakê hat protestokirin
Aktîvîstên KJA li navçeya Wan Elbakê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, çalakiyek lidar xistin.
-
-
-
Ji bo Ferînaz li Amsterdamê çalakî
Ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya endamên îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, li paytexta Hollanda Amsterdamê çalakî hat lidarxistin.
-
Jin ji bo Ferînazê li qadan bûn
Li gelek navendan jin daketin qadan û jina bi navê Ferînaz Xosrawanî ya ku li Îranê li hemberî êrîşa zayendî ber xwe da û jiyana xwe ji dest da bîranîn.