JIN
Hemû Nûçe
-
Kûrtûlan: Ji bo paşeroja welêt divê bersivê bidin daxwaza Guven
Serokwekîla Koma HDP'ê Fatma Kûrtûlan bal kişand ser berxwedana Leyla Guven û got, "Ji bo paşeroja Tirkiyeyê divê bersiv ji daxwaza wê re bê dayin." -
PAJK: Em kujeran nas dikin, ew ê tola wê were stendin!
Koordînasyona PAJK’ê ji ber salvegera Qetlîama Parîsê daxuyanî da û diyar kir ku, “Em kujeran nas dikin û teqez em ê tola wan bistînin.” -
Li çiyayên Kurdistanê gerîlayeke Hindû
Bi rengê xwe, bi devoka xwe ya balkêş û bi dilgermiya xwe balê dikişîne. Gerîlaya ji Hindistanê Jînda Cûdî bang li jinên dinyayê hemûyan kir ku berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. -
Jinên Qutikzer li Parîsê derketin kuçeyan
Li paytexta Fransayê Parîsê bi sedan jinên Qutikzer derketin kuçeyan, xwestin îmajeke nû bidin vê tevgera civakî. -
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi rengê Sara têdikoşin
Gerîlaya bi navê Sara Cûdî, piştî ku pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê ‘Divê çawa bê jiyîn’ xwend, tevlî gerîla bû. Piştî ku pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Her tim Ceng bû jiyana min’ xwend, navê xwe kir Sara. -
'Sakîne Cansiz pêşenga Tevgera Azadiya Jinê ye'
Endama KJK'ê Besê Erzîncan, li ser jiyana Sakîne Cansiz axivî û got, "Hevala Sara ji ber dilsoziya xwe ya bi xewn û xeyalên azadiyê re, ji bo jinan hemûyan pêşeng bû." -
Rêxistinên Jinan ên Swîsreyî destek dan Guven
Rêxistinên Jinan ên Swîsreyê peyamek weşandin û destek dan Leyla Guven ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Jinên ku li Silopiyê hatibûn qetilkirin li Riha û Dêrsimê hatin bibîranîn
Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku ji aliyê dewleta Tirk li Silopiyê hatibûn qetilkirin li Dêrsimê û Rihayê hatin bibîranîn. -
3 jinên ku li Silopyayê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn
Li Silopyayê sê jinên siyasetmedar ên Kurd ku hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn. Di bîranînê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û peyama “Heta ku tecrîd neyê rakirin, em ê li malê rûnenin.” -
Dayikên Şemiyê: Komkujiya Basayê dewletê kir
Dayikên Şemiyê ji bo 11 kesên ku di Komkujia Basayê de ji hêla JÎTEM'ê ve hatin kuştin dadmendî xwest. -
Jinên Îtalî: Jiyan û têkoşîna Sara ji bo me mînak e
Komek jinên başûrê Îtalyayê di navbera dîrokên 27-31’ê Kanûnê de li Kampa Jineolojî ya Sicîlyayê li hev civiyan. Jinên Îtalî diyar kirin ku jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz (Sara) ji bo wan mînak e. -
KJK’ê peyama sersaxiyê weşand
KJK’ê ji ber wefata Cevriye Guven a ku dayîka Leyla Guven e ya ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyameke sersaxiyê weşand. KJK’ê got ku, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistaneke azad û jiyaneke azad teqez ava bikin.” -
Bi sedan jin ji bo 'têkoşîna hevpar' hatin cem hev
Bi banga 164 saziyên jinan û LGBT+ bi sedan jin hatin cem hev. Bi çarçoweya bernameyê 2 rojan wê atolye û forûm werin danîn. -
YPJ’ê bîlançoya şerê 2018’an eşkere kir
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bîlançoya şerê sala 2018’an a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. -
Li girtîgeha jinan a Bexdayê şer û şewat: 6 jin mirin
Li girtîgehekî jinan a paytexta Iraq Bexdayê piştî şer, şewat derket û 6 jin mirin. -
TJA: Em hesabê Komkujiyan bipirsin!
TJA'ê jinên têkoşer ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn û got, "Em, 4 û 9'ê Çile weke Hefteya Bilindkirina Têkoşînê ya li Dijî Qirkirina Jinan a Siyasî radigihînin." -
Armanca jinên ji Bakurê Sûriyeyê mezin e
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li gel êrîşan jî rêxistinbûna xwe xurt kirin û sala 2018'an bi têkoşîneke mezin derbas kirin, li dijî gefên dagirkeriyê bi armancên mezin dest bi sala 2019'an kirin. -
KBDH: Pêşengiya jinên şoreşger wê bê xurtkirin
Konseya KBDH'ê diyar kir ku wê sala 2019'an polîtîkayên şer ên faşîzmê ku li ser gelan ferz dike pûç bikin. -
Newaya Jinê bal kişande ser Komkujiya Parîsê -NÛ BÛ
Hejmara Çileyê ya rojnameya Newaya Jinê ku rojeva jinên Kurd û cîhanê ji nêz ve dişopîne û ji qelema jinan dide, derket. Hejmara dawî bi manşêta "Hê jî li ser dadmendiyê tarîtî heye" derket. Mijara sereke Komkujiya Parîsê ye. -
Li Başûrê Kurdistanê sineta jinan didome
Li Başûrê Kurdistanê sineta jinan hê jî didome. -
TJK-E'yê bang kir: Ji bo dadmendiyê werin Parîsê
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di salvegera 6'an de ya qetilkirina sê jinên Kurd ên şoreşger a li Parîsê, bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin. -
Dayikên Şemiyê qerenfîl danîn Qada Galatasarayê
Dayîkên Şemiyê di roja pêşîn a sala 2019’an de qerenfîl danîn Qada Galatasarayê ya ku ji aliyê polîsan ve hatiye qedexekirin. -
KJK: 2019'an em ê bi hêza gelan a berxwedanê bi ser bixin
KJK'ê got 2019 wê bibe sala azadiyê û domand, ''Wê bibe sala azadiyê ya Rêbertiya me, jinan, gelê me. Jiyana azad bi teqezî em ê biafirînin. Bi hêza xwe, bi hêza gelan bi berxwedanê em ê bi ser bikevin.'' -
'Em bi atolyeyên xweparastinê xwe diparêzin'
Li dijî qanûnên nû hatî çêkirin, tundî ne tenê ji hêla fizîkî ve, bi gelek teşe û awayê xwe ve derdikeve pêşiya me û zilaman diparêze. Li dijî van qanûn û vesaziyan jin berê xwe didin xweparastinê. -
‘Li ser jinan fihûş û tiryak tê ferzkirin’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz diyar kir ku AKP li Bakurê Kurdistanê ji bo têkbirina civaka Kurd, şerekî pir qirêj dimeşîne û got: “AKP’ê bi taybet polîtîkayên xwe yên tehşîr kirinê li bajar û naçveyên hatine hilweşandin dimeşîne."