Yekîtiya Jinên Kurd: Zimanê me rûmeta me ye, em ê bi hemû hêza xwe biparêzin

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, biryara ku li Misûl, Kerkuk û Diyalayê perwerdeya Kurdî qedexe dike re bertek nîşan da û gotin, “Kurdî nasnameya, dîrok û hebûna me ye. Zimanê me rûmeta me ye û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin.

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd biryara Wezeratê Lêkolînên Zanistî û Fêrbûna Bilind a Iraqê ya ku li Kerkuk, Misûl û diyala perwerdeyên Kurdî qedexe dike şermezar kir.

Platform qedexe li hemberî çand, nasname û mafên ziman ên gelê Kurd wek êrîş nirxand û anî ziman ku ev bi madeya 4’emîn a destura bingehîn re bi nakok e. Lewre di destura bingehîn de Kurdî û Erebî wek zimanên fermî tên pejirandin. Platform di daxuyaniya xwe de wiha got, “Kurdî tene wek amûrekê peywendiyê nîne, nasname, dîrok û hebûna me ye.”

Platform anî ziman ku bi bertekên xurt ên aktorên siyasî û civakî yên gelê Kurd ev biryar paş de hate kişandin û got, “ev yek di têkoşîna parastina mafên ziman ên gelê Kurd de gavekê girîng e.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “zimanê me rûmeta me ye û em ê bi hemû hêza xwe biparêzin. Platform bang ji hikûmet û saziyên peywendîdar kir ku ji bo Kurdî li hemû saziyên civakî û li her derê bi awayek azad were bikar anîn gavan biaveje.