Seyhan Başak a TJA’yî hate girtin

Çalakgera TJA’yê Seyhan Başak bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25’ê Adarê de çalakgera TJA’yê Seyhan Başak li Êlihê hatibû girtin. Başak anîbûn Colemêrgê. Başak 6 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr destgîrkirî bû. Piştî îfadedayînê îro ew derxistin dadgehê.

Başak piştî lêpirsîna li dozgeriyê bi îddaya ‘endama rêxistinê ye’ hate girtin.