Rojnamevan Ayşel Işik hat binçavkirin

Rojnamevan Aysel Işik a li Şirnexê nûçe dişopand hat binçavkirin.

Nûçegîhana berê ya Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) Aysel Işik li Şirnexê hat binçavkirin.

Işik a ku li gel wekîla HDP’ê Aycan Îrmez li Taxa Yenî bû, ji hêla tîmên taybet ên Tirk bi zorê li wesayîta zirxî hat siwarkirin.

Aycan Îrmez û parêzeran tevî xwestin ku biryara binçavkirinê bibînin jî polîsan nîşan nedan.

Aysel Işik a têkîldarî hinceta binçavkirina wê ti agahî nehatin dayîn, birin Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê.