Polîsên Tirk êrîşî çalakiya 25’ê Mijdarê kirin: Gelek kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê polîsan êrîş birin ser çalakiya ku bi wesîleya 25’ê Mijdarê hat lidarxistin. Rojnamevan Zeynep Dûrgût, Omer Akin û Rozgerîn Gultekîn û gelek jin hatin binçavkirin.

Li Şirnexê polîsên Tirk êrîş birin ser çalakvanên ku xwestin bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê bimeşin. Polîsan nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Omer Akin, nûçegihana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn û gelek jin binçav kirin.

Kesên hatine binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyeta Bajêr.