Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji CHP'ê îstifa kir
Ozgur Ozel ku dest bi karê avakirina partiya nû kir, li gel 91 parlamenteran ji CHP'ê îstifa kir.
Ozgur Ozel ku dest bi karê avakirina partiya nû kir, li gel 91 parlamenteran ji CHP'ê îstifa kir.
Serokê Giştî yê hilbijartî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel li gel 91 parlamenteran ji partiya xwe îstifa kir.
Ozgur Ozel ewraqên partiya nû "Yeni Parti" îmze kir û got, "Ji bo welêt, milet, partiya me û me hemûyan li ser xêrê be."
Li gorî agahiyan Gul Çîftçî û Mûrat Emîr ji bo daxwaznameya damezrandinê ya Yeni Parti'yê radest bikin çûn Wezareta Karên Hundir.
Ozel ku wê li Mizfeta Haci Bayram-i Velî nimêjê bike, wê Desteya Damezrîner a Yeni Parti (Partiya Nû) yekemcar bicivîne. Deste wê li Kulûba Anatoliyê li hev bicive. Desteya Damezrîner wê di civîna xwe ya destpêkê de serokê giştî û organên partiyê diyar bike, piştre jî rêveberiya Meclîsê hilbijêre.