Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

Birayê Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî li ser rewşa tenduristiyê ya xwişka xwe hişyarî da û got, "Rewşa Nêrgiz niha xetere ye û bi alîkariya cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne."

Birayê girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî li ser rewşa xwişka xwe Nêrgiz ji Radyoya Ferdayê re axivî.

Hamîd Riza Mihemedî ragihand ku piştî veguhestina xwişka wî ji girtîgeha Zencanê ber bi nexweşxaneyekê ve ji bo beşa çavdêriya dijwar, wan karîbû wê bibînin.

Hamîd diyar kir ku rewşa tenduristiya Nêrgizê di xeteriyê de ye û niha bi amûra oksîjenê dikare hilmê bistîne.

Hamîd da zanîn ku beriya niha bijîşkan ragihandibûn ku divê Nêrgiz Mihemedî herî kêm 6  meh ji girtîgehê dûr bikeve û tedawî bibe.

Hêjayî gotinê ye ku roja Înê ya derbasbûyî, girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî di girtîgeha Zencanê de ji hişê xwe çûbû û rakiribûn nexweşxaneyê. Hatibû gotin ku Nêrgiz krîza dil derbas kiriye.