Li Stenbolê mêrekî hevjîn û dayika xwe qetil kir

Li Stenbolê kesekî bi navê Erdal Şahîn, piştî ku Nazli Şahîn a pê re zewicî bû û dayika xwe qetil kir, întixar kir.

Cînayeta jinê li Sariyerê 5'ê Tîrmehê êvara Çarşemê qewimî.

Mêr ê bi navê Erdal Şahîn, piştî ku Nazli Şahîn a pê re zewicî û dayika xwe S. Şahîn qetil kir, bi heman çekê dawî li jiyana xwe anî.

Her wiha bavê Nazli Şahîn Mehmet Şahîn jî krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxaneyê.