Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Nîjeryayê bi îdîaya 'heqareta li pêxember' jinek hate şewitandin

Li eyaleta Nîjerê ya Nîjeryayê jinek bi îdîaya ku 'heqaret' li pêxemberê Îslamê Mûhammed kiriye, ji aliyê girseyeke bi hêr ve hate şewitandin û bi rengekî hovane hate qetilkirin.

Bûyer roja Şemiyê li nava civata Kasuwan-Garba qewimî ku li herêma Marigayê ye.

Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsan Wasiu Abiodun, jina bi navê Amaye ya ku ji eyaleta Katsina hatibû û xwarin difirot, piştî îdîayan rastî êrîşa girseyê hat û 'Di encama êrîşa komî de bi saxî hate şewitandin'. Abiodun diyar kir ku polîsan bûyer şermezar kirine û ji bo girtina êrîşkaran dest bi lêpirsînê kirine.

Weke li eyaleta Nîjerê, li 12 eyaletên bakurê Nîjeryayê hiqûqa şerî li gel qanûnên giştî yên dewletê bi cih tê anîn. Li gorî şerîatê jî 'Blasphemy' (Heqareta li pêxember) weke sûcekî ku divê bi cezayê kuştinê bê cezakirin, tê dîtin. Lê belê di gelek bûyeran de beriya pêvajoya darizandinê destpê bike, gumanbar ji aliyê girseyan ve têne lînçkirin û qetilkirin.