Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan

Li navçeyên Artûklû û Dêrikê yên Mêrdînê 2 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin li gundê Girsarinç a Dêrikê di saetên şevê de jina bi navê Merve Demîr (18) bi guleya ku singa wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Jina ku birîndar bûbû rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku jina ciwan întîxar kiriye û cenaze rakirin morga nexweşxaneyê.

Bûyera din di saetên serê sibê de li navçeya Artûklûyê hat jiyîn. Jina 27 salî ya bi navê Bayan Acabey li cihek bilind ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî agahî dayînê ekîbên tunduristiyê hatin cihê bûyerê û cenaze rakirin morga nexweşxaneyê.

Der barê herdu mirinan de jî lêkolîn hat destpêkirin.