Li Kampa Holê Îdo Xorto hat rizgarkirin

YPJ’ê di operasyona li Kampa Holê dewam dike de, jineke Êzidî rizgar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştevaniya hêzên QSD û YPJ’ê 27’ê Çileyê li Kampa Holê “Pêngava Mirovî û Ewlehiyê” da destpêkirin. Qonaya sêyemîn a pêngavê di roja 9’an de didome.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jineke Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto ya ji gundê Herdan a Şengalê rizgar kir.