Di rûniştina li parlamentoyê de parlamenterê CDA’yê Derk Boswijk ji bo zêdekirina ewlehiya kolanan weke pêngava yekem fermîkirina xaza îsotê pêşniyar kir.
Ev cure spreyên parastinê hê jî li Hollanda û Belçîkayê qedexe ne lê belê Fransa jî di nav de li hin welatên Ewropayê dikare di şert û mercên dijwar de were bikaranîn.
Wezîrê Edaletê yê Hollandayê David van Well her çend diyar kir ku ev li hemberî pirsgirêka berbehs ne çareseriya mayînde ye jî got ku ew ê ‘’ji jinan re derfeta parastinê ya rêya dawîn’’ dabîn bikin û da zanîn ku ew ê îhtimala guherîna yasayî lêkolîn bike.
Gumanbarê cînayeta Lîsa, mêrekî bê mal ê 22 salî ye û hatiye binçavkirin. Wezîrî gumanbar weke ‘’cinawir’’ pênase kir û da zanîn ku ew weke bavê sê keçikan gelekî ji ber vê bûyerê xemgîn bûye.
Hêjayî gotinê ye ku bûyerê li Hollandayê gelekî deng veda û li seranserê welêt daxwaza ji bo xaza îsotê û spreyên parastinê gelekî zêde bûye.