Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jî bi gumanbarî mirin
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rojnewsê ve hatine berhevkirin, meha Tebaxê li Herêma Kurdistanê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 5 jin jî bi gumanbarî mirin.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Rojnewsê ve hatine berhevkirin, meha Tebaxê li Herêma Kurdistanê 3 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 5 jin jî bi gumanbarî mirin.
Hate ragihandin ku bûyerên kuştina jinan li Silêmaniye, Ranya, Hewlêr, Çarqurne, Dukan û Zaxoyê qewimîn. Yek ji jinên hatin qetilkirin hîndekar Gizin Kamil Mecîd bû.
Di heft mehên destpêkê yên salê de jî li herêmê bi giştî 18 jin hatin qetilkirin, 12 jin bi gumanbarî mirin. Her wiha 5 jin birîndar bûn, 2 jin jî ber bi xwekuştinê ve hatin dehfdan.
Her wiha li Silêmaniyeyê hêzên ewlekariyê tundî li 4 mamosteyên jin û aktîvîstan kirin.