Li Amedê jinek bû hedefa guleyan

Li Amedê, jinek dema di rê de dimeşiya, ji wesayîtekê gule lê hat reşandin.

Li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, jinek dema di rê de dimeşiya, ji wesayîteke bi marka Hyûndaî ku camên wê reş bû, gule lê hat reşandin. Ji ber gulebarana destpêkê jin kete erdê û li ser vê yekê êrîşkaran 4 caran gule berdan.

Polîsên Tirk dor li herêmê girtin û nehiştin kes xwe nêzî cihê bûyerê bikin. 

Hate hînbûn ku zarokê bi navê Îbrahîm ê ku wêneyê jinê kişandiye ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.