BI DÎMEN

Jinên Kobanê bi biryardariya parastina destketiyên şoreşê daketin qadan

Li Kobanê di çalakiya 8'ê Adarê de daxwaza berdana dîlgirtiyan hate kirin. Jinan diyar kirin ku wê destketiyên şoreşa Rojava biparêzin.

Bi sedan kes ji şêniyên bajar û gundewarê Kobanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek lidar xistin. Meş bi dirûşma "Jin Şoraşa Rojava diparêze" li qada Jina Azad destpê kir. Jinan ku bi cil û bedên xwe yên Kurdî beşdarî meşê bibûn bê navber dirûşmên "Jin Jiyan Azadî","Berxwedan jiyan e","Bijî berxwedana YPJ`ê" û"Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.

Meş li qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre endama Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê Cûrî Temî peyama Rêber Apo ya 8'ê Adarê xwend.

Piştre li ser navê tevgerên jinan ên Kobanê Rûken Ehmed axivî û wiha got: "Em 8`ê Adarê li mîmarê Azadiyê li Rêber Apo, jinên cîhanê, bi taybet jinên Rojava ên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têkoşîn dikin, pîroz dikin. 8`ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna li dijî neheqî û zordariyê ye. Bi saya vê berxwedanê, em ê bi ser bikevin û edalet, wekhevî û azadiyê bi dest bixin. Hebûna me ya îro li vir bi saya keda şehîdan e. "

Rûken Ehmed banga serbestberdana dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û li ser têkoşîna jinan jî ev nirxandin kir "Berxwedana jinan di warên cûrbecûr de di lêgerîna azadî û demokrasiya rastîn de gihîştiye lûtkeyê. Lê dîsa jî şer û binpêkirin li dijî wan bi dawîn nebûye. Ev yek jî pêwîst dike ku têkoşîna femînîst ji bo rawestandina şer û binpêkirinên li dijî jinan were xurtkirin."

Rûken anî ziman ku pêwîst e jin xwe bi bandortir rêxistin bikin da ku destkeftiyên şoreşê biparêzin. Her wiha bang li jinên li çaraliyê cîhanê kir ku li dijî şer û pevçûnên ku mirovan û jinan hedef digirin dengê xwe bilind bikin û xwe ji wan biparêzin.

Li ser navê malbatên dîlgirtiyan Sozdar Mihemed axivî û xwest ku dîlgirtî di zûrtirîn dem de werin berdan.

Di dawiya mitîngê de şano, helbest û stranên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.