Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtinek kirin.
Têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek hate weşandin û hate gotin, "Weke Heyeta Îmraliyê ji bo nirxandina bûyerên têkildarî gavên qanûnî yên li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk me bi Serokê Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê Birêz Nûman Kûrtûlmûş re îro hevdîtinek pêk anîn."
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Rojeva bingehîn a hevdîtinê qonaxa heyî ya li ser qanûna çarçoveyê bû ku raya giştî jî ji nêz ve dişopîne. Di hevdîtinê de li ser qanûna çarçvoeyê ya ku ji bo pêvajoyê gelekî girîng e, me hêvî, bendewarî û nêrînên xwe anîn ziman ku beriya meclîs bê girtin divê bê derxistin. Birêz Serokê Meclîsê jî diyar kir ku di mijara qanûna çarçoveyê de ew jî xwedî heman nêzîkatiyê ye ku beriya Meclîs bê girtin divê bê derxistin û wê hewldanên xwe yên di vê mijarê de heta dawiyê dewam bike.
Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku hemfikiriya li ser avêtina gavên lezgîn ên ji bo derxistina qanûna çarçoveyê û piştrastkirina rola Meclîsê ya di vê mijarê de girîng e."