BI DÎMEN

Gerîlayên YJA Starê: Em ji bo civakekî azad û demokratîk têdikoşin

Gerîlayên YJA Starê Dîren Argeş û Jînda Gever ku têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê axivîn, diyarkirin ku ew ji bo civakek azad û demokratîk têdikoşin.

8'Ê ADARÊ

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li her derê cîhanê ji aliyê milyonan jinan ve bi coşekî mezin tê pîrozkirin. Gerîlayên YJA Starê Dîren Argeş û Jînda Gever têkildarî girîngbûna 8’ê Adarê ji bo jinan ji ANF’ê re axivîn.

Gerîla Dîren Argeş 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku Rêber Apo di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola pêşengiyê daye jinan û wiha got: “Pêşengtiya vê pêvajoyê di destê me jinan de ye. Îradeya jinê, hêza jinê heye ku vê pêvajoyê bigihijîne aşîtiyekî. Serokatî ev bare daye ser milê jinan. Em bi xwe jî wekî jin pêşengtiya vê pêvajoyê dikin. Ger em bixwazin di civakeke azad û demokratîk de jiyan bikin ev yek di serî de bi pêşengtiya jinê û azadîya jinê pêkane. Ji bo vê jî em wek gerîlayên YJA-Starê vê têkoşînê dimeşînîn. Ji bo ku jinek bi xwe jî rol û mîsyona xwe yê ku di civakê de heyî bikaribe bilêze. Jin pêşengtiyê ji civaka xwe re bike. Em dibêjin ku  ‘jin azad nebe civak bi xwe azad nabe.’ 

BI YEKÎTIYA JINAN AZADÎ PÊKAN E 

Ev azadiya jinê jî bi fikrê Serokatî pêkan e. Serokatî dibêje “Wê jin bi xwe şoreşê çeke.” Li ser vî esasî em wekî jin, pêşengtiya vê dikin û dixwazin azadiya jinê bigihîjînin lûtkeya herî jor. Em Serokatiya xwe jî bikaribin bi fîzîkî azad bikin û Serokatî di nav xwe de bibînin.  Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Di nav civakê de azadiya jinê pêk nehatiye. Û azadiya jinê ji destê wan hatiye girtin û hatiye kole kirin. Em têkoşîna azadiya jinê didin. Û em dibêjin pêwîst e hemû jinên di pergalê de jiyan dikin bikaribin yekîtiya xwe ava bikin. Yekîtiya jinan dihêle ku azadiyeke xweser bê avakirin. Li ser vî esasî 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.” 

Gerîlaya YJA Starê Jînda Gever 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî li tevahiya jinên kedkar pîroz kir û sê helbestên xwe yên têkildarî hezkirina jinan bilêv kirin. Gerîla Jînda Gever sê helbestên xwe yên ji bo Rêber Apo û jinan nivîsandine, xwendin. 

Hesreta xwe ya ji bo jinan bi helbesta xwe ya bi navê ‘’Hesret’’ anî ziman;

HESRET 

Ey jina çiyayan ji min re milên xwe fireh bike 

Pora xwe bide ber bayê 

Bila pora te ya bêhna kedê jê tê, li laşê min bikeve 

Bi hemû hebûna xwe min hembêz bike 

Bila bi dawî bibe ev hesret 

Dilê min ji te re tim û tim vekirî ye 

Bi ber min ve were ey jina çiyayan 

Were, bila ev hesret bi dawî bibe 

Ji Zagrosên welatê xwedawendan were 

Ji min re qala dîroka mirovahiyê bike 

Qal bike ku bi dawî bibe ev hesret 

Ji min re qala bedewiya Mezopotamyayê ya bêhempa bike 

Hesreta min a ji azadiyê re 

Jina çiyayan, navê min e hesret! 

Hesreta min a ji rojê re ji ber vê ye 

Ji min re qala rojê bike 

Ji min re qala hevalan bike 

Ey jina çiyayan


Helbesta ji Rêber Apo re; 

Hevrêyê min ê ji dil 

Li gel te dest bi roja nû dikim 

Hezek e, ya li ser reşika çavên min şîn dibe 

Evînek e, ya li ser gotinan tê guhdarîkirin 

Hezek e, ya ku dilan digihîne hevûdu 

Hesretek e, ya te ji min dide hezkirin 

Û tu yî, ji hevrêyan re dibe hevrê 

Yek tu yû yek jî ez, yên van çiyayan bilind dikin 

Rojek e, ya hemû gelan tîne ba hev 

Yê herî berz û bala ye 

Navê wî Rêber Apo ye 

Yê cîhanê dişêwîne û mirovahiyê zindî dike. 

Helbesta bi navê ‘’Heval’’ ya ji bo jinan nivîsandiye; 

HEVAL 

Hevala min ma nivîsandina li ser te hêsan e? 

Nivîsandina li ser te cesaretê dixwaze 

Ger bi hêsanî bihata nivîsandin ma wê navê wê Heval bûna? 

Rêya bidestxistina bedewiyan ji derbaskirina zehmetiyan derbas dibe 

Hevala min, ji ber vê yekê min rêya dijwar hilbijart, 

Ji bo ku xwe bigihînim bedewiyên dilê te 

Ji bo ku te binivîsim û qala te bikim 

Hevala min, ma hêsan e jibîrkirin? 

Hemû kêliyan te bi bîr tînin 

Hemû kêliyan di bîra min de yî, nikarim paşçav bikim 

Ji ber ku tu hêja yî 

Di dilê min de dijî 

Qalkirina te û nivîsandina li ser te 

Bi tenê li hevrêyên te tê 

Pênûsa ku ji bo van hestan berê xwe dide hibrê 

Divê di destê hevrêyên te de be 

Heval, tu xwesteka min a parvekirin û hezkirinê yî 

Heval, tu hesta mezin a di dilê min de yî 

Tu, tekane warê bedewiyan î 

Û tu heval, xwerûtirîn û paqijtirîn hesta di dilê min de yî.