'Di êrişên 24 saetên dawî de 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dan'

Di nava 24 saetên dawî de di encama êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

HRANA'yê bîlançoya dawî ya li ser şerê navbera Îran û Îsraîl-DYE'yê weşand.

HRANA ragihand ku di nava 24 saetên bihurî de di şerê Îsraîl-DYE û Îranê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, herî kêm 485 êriş hatine pêkanîn ku 63 baregehên leşkerî, baregehên pasdarên şoreşê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, baregehên polîsan û bîrên petrolê hatine hedef girtin.

Li gorî rapora HRANA di van êrişên di nava 24 saetên bihurî de hatine pêkanîn de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 33 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 8 welatî jî birîndar bûne.

HRANA da zanîn ku piraniya êrişan li ser Tehranê hatine pêkanîn û di rêza duyem û sêyem de jî Xozistan û Kirmanşan hebû.

Her wiha HRANA ragihand ku ji destpêka şer ve li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hezar û 205 welatiyên sivîl hatine qetilkirin ku ji vê hejmarê 193 jê zarok bûn, 187 jî endamên hêzên zordar ên rejîma Îranê bûn.