Di 8 rojan de 3 jin hatin qetilkirin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 8 rojên dawî de 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 8 rojên dawî de 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî neçarî xwekuştinê hatine kirin.
Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di nava 8 rojên borî de jina bi navê Çinur Ebasî li bajarê Dêhgulan, Ferzane Sadiqî û Îlham Salarî jî li Xurem Abad hatine qetilkirin.
Li gorî heman rêxistinê di nava 8 rojên borî de jinên bi navê Mehtab Fetahî, Aydîn Pursifend, Soma Biradostî, Ewîn Ebulezîzî û Semîra Muîn neçarî xwekuştinê hatine kirin.
Sala borî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 158 jin hatibûn qetilkirin.