Dadgeha Îranê 21 meh cezayê girtîgehê da Mutehere Gûneyî
Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 21 meh cezayê girtîgehê da Mutehere Gûneyî ya ku aktivîsta mafên jinan e.
Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 21 meh cezayê girtîgehê da Mutehere Gûneyî ya ku aktivîsta mafên jinan e.
Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, şaxa 29’an ya Dadgeha Şoreşê ya Tahranê, 21 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta mafê jinan Mutehere Gûneyî biriye.
Hat gotin ku ceza bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê û bêrêziya hemberî rêberê olî yê Îranê’, li Mutehere Gûneyî hatiye birîn.
Mutehere Gûneyî aktivîstek mafê jinan û girtiya berê ya siyasî ye. Mutehere Gûneyî di 1’ê Hezîrana îsal de, di dema şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadwer hatibû binçavkirin û ew şandibûn girtîgeha Evînê. Lê piştre ji ber êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê, bi girtiyên din re ji bo girtîgeha Qerçek hatibû veguhestin û piştî mehek bi awayek demkî hatibû berdan.