Şideta li ser jinê li Hannoverê hate protestokirin

Meclîsa Jinan a Ronahî bi çalakiyeke ya li bajarê Hannover a Elmanyayê lidar xist, şidet û destavêtina zarok û jinan a li Kurdistanê protesto kirin.

Polîtîkaya destavêtin û şidetê ya dewleta Tirk a li ser jin û zarokan a li Kurdistanê li bajarê Hannover a Elmanyayê hate protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku dijminahiya dewleta Tirk a li jinê îro gihiştiye lûtkeyê.

Her wiha parêzer Ebrû Tîmtîk a ji bo darezandineke bi adil di roja 238’an a rojiya mirinê de jî jiyana xwe ji dest da hete bibîranîn.