Çinar: Jin bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanek nû dihûnin

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, got ku daxwazên jinên Kurd ên 8’ê Adarê ‘parastina nasnameya xwe ya neteweyî û azadiya birêz Ocalan e.’

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, diyar kir ku li Tirkiyeyê zext û şîdeta li ser jinan zêde dibe û destnîşan kir ku tenê di du hefteyên dawî de, li Stenbolê 8 jinan ji ber şîdeta mêran jiyana xwe ji dest dane.

Arîfe Çinar, da xuyakirin ku desthilatdarî bi polîtîkayên xwe yên ‘jina makûl’ îradeya jinan tune dihesibîne û got ku pir caran kuştinên jinan wekî ‘mirinên biguman’ têne nîşankirin. Arîfe Çinar, got ku di salekê de nêzîkî 400 jin têne kuştin û bi hezaran jin jî rastî şîdetên cûrbecûr tên.

Arîfe Çinar, anî ziman ku jin di nav xizanî û şert û mercên kar ên ne ewle de ji bo jiyanê têdikoşin û diyar kir ku zexta pergala serdest a mêran her diçe zêdetir dibe.

Arîfe Çinar, da zanîn ku şerên li Rojhilata Navîn zîhniyeta serdest a mêran xurt dikin û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û rêxistinbûna jinan. Arîfe Çinar, diyar kir ku şoreşa jinan a li Rojava îlham dide tevahiya jinên li çaraliyê cîhanê.

Arîfe Çinar, destnîşan kir ku gelek jin ramanên Rêber Apo ên li ser azadiya jinan dipejirînin û got ku jinên Kurd di 8’ê Adarê de daxwaza jiyaneke wekhev, mafên bi zimanê dayikê û azadiya Rêber Apo dikin.

Arîfe Çinar, di dawiyê de got ku jin dê ji bo jiyaneke wekhev û azad têkoşîna xwe bidomînin.