Çetîn a birin emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî

Aktivîsta TJA Sevîl Rojbîn Çetîn a li Amedê piştî êşkencekirinê destgîrkirin û birin Mêrdînê, li emniyetê îfade neda.

Endama Desteya Rêveberên Xwecihî a Demokratîk û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn a di çarçoveya lêpirsînekê li Mêrdînê de 26’ê Hezîranê li mala xwe ya li Amedê piştî êşkenceya 3 saetan a bi kûçikan û şûnde hate destgîrkirin û 10 roj in destgîrkiriye, li emniyetê mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî.

Tê payîn ku sibe Çetîn sewqî dozgeriyê bike.