EWROPA
Hemû Nûçe
-
FEDA: AKP qetlîama li Gurgumê didomîne
FEDA’yê diyar kir ku AKP Qetlîama Gurgumê didomîne û got ku, “Erdogan dixwaze Kurdan bike Tirk, Elewiyan jî bike Sunnî û vê feraseta xwe ya qetlîamwarî kiriye polîtîka.” -
Li Hannover û Êrîvanê grevên birçîbûnê didomin
Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Hannoverê roja 3’an û çalakiya li paytexta Ermenîstan Êrîvanê jî bi dawî bû. -
Greva li Tambov di roja 2’an de ye
Çalakiya greva birçîbûna ya li Miçirunsk ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin di roja 2’an de didome. -
Tecrîd wê bê şikandin
Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bi biryardarî çalakiya xwe didomînin. Çalakgeran bang li Kurdistaniyan kirin ku li dora grevên birçîbûnê li hev bicivin. -
Hovîtiya li Sûrê li şaredariya Den Haagê hate nîşandan
Wêneyên sûcên şer ên ku dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de kir, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin nîşandan. -
Rûhanî wê roja Pêncşemê biçe Enqerê
Serokkomarê Iranê Hasan Rûhanî, 20’ê Kanûnê wê serdana Tirkiyeyê bike. -
Koç: Heta ku tecrîd neyê şkandin wê çalakî bidome
Greva birçîbûnê ya ji bo şkandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Strasboûrgê di roja 2’an de ye. Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç got; “Heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê şkandin çalakiya me wê bidome.” -
Li Lefkoşayê êrîşên dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Mexmûr û Şengalê li Lefkoşayê hate protesto kirin. -
De Mîstûra berî ku biçe bi pey Komîteya Destûrê ketiye
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY'yê Staffan de Mîstûra bi wezîrên karê derve yê Îran, Tirkiyê û Rûsyayê re ji bo aavkirina Komîteya Destûrê li Bûroya Cinêvê ya NY'yê rûnişt. -
PCF: Divê Rojava bikeve bin sîwana parastinê ya navneteweyî
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) bal kişand ser gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava û diyar kir, divê Rojava li qada navneteweyî were parastin. -
Ji Strasboûrgê peyam: Berxwedan wê bidome
Li Strasboûrgê piştî ku 18 Kurdistaniyan greva birçîbûnê da destpêkirin li pêşiya Konseya Ewropa mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de peyama “Berxwedan heta ku encam bigre wê bidome” hate dayîn. -
Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hate destpêkirin
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 18 Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. -
Li Ewropayê dîmenên şermê!
Polîsê Hirvatistanê, komeke penaber a xwe spasrtî Hirvatistanê, ligel sar û sermayê bi zorê ji welatê xwe derdixin û dibin Bosna-Hersekê. Dîmenê vê şerma mirovahiyê di tevna civakî de hate parvekirin. -
Li pîrozbahiya PKK'ê ya li Berlînê provokasyona polîsan
Salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li paytexta Elmanya Berlînê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. Polîsan piştî pîrozbahiyê gelek kes bi lêdanê destgîr kirin. Jinekê jî krîza dil derbas kir. -
Grevên birçîbûnê yên li Anvers û Den Haagê qediyan
Grevên birçîbûnê yên li bajarê Anvers (Antwerpen) ê Belçîkayê û bajarê Den Haag ê Hollandayê roja Yekşemê qediyan. -
Çalakgerên greva birçîbûnê wê li Strasboûrgê bin
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Swîsreyê çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 10’an de didome. Çalakger wê roja Duşemê tevlî çalakiya li Strasboûrgê bibin. -
Greva birçîbûnê li Kopenhagê bi dawî bû, li Rennesê koma 2’an çalakî dewr girt
Greva birçîbûnê ya li paytexta Danîmarka Kopenhagê 7’ê Kanûnê ji bo Ocalan hatibû destpêkirin îro bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. Greva birçîbûnê ya li bajarê Fransa Rennesê jî koma 2’an dewr girt. -
Dewleta Tirk li Parîsê hate protestokirin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li dijî Mexmûrê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye çalakiya protestoyê hate lidarxistin. -
Leyla Îmret xelata xwe diyarî şehîdên Cizîrê kir
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ya ku bi ji aliyê AKP’ê ve qeyûm li şûna wê hatibû wezîfedarkirin, li Berlînê xelata Carl Von Ossîetzky ya Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî wergirt. Îmret xelata xwe diyarî şehîdên xwerêveberiyê yên Cizîrê kir. -
Greva birçîbûnê ya li Moskovayê di roja duyemîn de ye
Li Moskovayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk li Moskovayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja duyemîn de didome. -
Berxwedana greva birçîbûnê ya li Stûttgartê geş dibe
Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan greva birçîbûnê ya li Stûttgartê berdewam dike, bi meş û mîtîngan berxwedana hate slavkirin. -
Greva birçîbûnê ya li Parîsê di roja 10’an de ye
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan li Parîsê di roja 10’an de didome. Koma nû îro çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. -
Sibe li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger destpê dike
KCDK-E'yê ragihand li dijî tecrîdkirina Ocalan sibe li Strasboûrgê bi tevlêbûna 18 kesan greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didin destpêkirin. -
Li Toûloûseyê greva birçîbûnê dest pê kir
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir. -
Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya li Stockholmê zêde dibe
Greva birçîbûnê ya li paytexta Swêd Stockholmê, ku 6'ê Kanûnê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 11'an de ye. Piştgiriya ji bo çalakgeran zêde dibe.