EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li pêşiya Konseya Ewropayê greva birçîbûnê ya dorveger hate destpêkirin
Grevên birçîbûnê yên bêdawî-bêdorveger yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin, li pêşiya Konseya Ewropayê greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger hate destpêkirin. -
Ciwanên Kurd li CPT’ê çalakî li dar xistin
Ji ber ku CPT li hemberî tecrîdê bêdeng e, ciwanên Kurd li avahiya wê çalakî li dar xistin. -
Dînç: CPT û DMME herdu jî hevkarên hev in
Parêzer Mazlûm Dînç li Evûstûryayê di civîna gel de axivî û diyar kir ku li Îmraliyê zagonên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî hatine binpêkirin. Dînç got ku, “Ji bêdengiya CPT û DMME’yê tê dîtin ku, di polîtîkaya tecrîdê de herdu hevkarên hev in.” -
Ciwanan li Parîsê çalakî li dar xistin
Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balkişandina ser berxwedêrên greva birçîbûnê, çalakî li dar xistin. -
Li Yewnanistanê şehîdên enternasyonalîst hatin bibîranîn
Li bajarê Lavrîoyê yê Yewnanistanê şervanên enternasyonalîst ên ku li Rojava şehîd bûbûn, di şexsê Haûkûr Hîlmasson de hatin bibîranîn. -
Kedkarên çapemeniyê û endamên KNK’ê li Strasboûrgê bûn
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 70’î de didome. -
Şervanê YPG’ê yê Ewûstralyayî Johnston hate bibîranîn
Şervanê YPG’ê yê Ewûstralyayî Ashley Johnston (Bagok Serhed) di 4’emîn salvegera şehadetê de bi merasîmekê li ser gora xwe hate bibîranîn. -
Li 6 bajaran çalakiyên piştgiriya grevên birçîbûnê
Li bajarên Karlsrûhe, Frankfûrt, Mannheîm, Parîs, La Rochelle û Baselê bi hezaran kes hatin ba hev û piştgirî dan grevên birçîbûnê yên ku ji rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin. -
Çalakiyên xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê didome
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê didome. -
Berxwedana li Strasboûrgê ya li dijî tecrîdê di roja 69’an de ye
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 69’an de didome. -
Li Aurîchê ji bo azadiya Ocalan kon hate vedan
Li bajarokê Aurîchê yê bajarê Elmanya Oldenbûrgê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Zelalê ji bo azadiya Ocalan û piştgirîdayîna grevên birçîbûnê kon hate vedan. -
‘Tecrîd’ li Parîsê hate protestokirin: Em hemû Leyla ne!
Kurdistaniyan li Parîsê tecrîda Îmralî protesto kirin, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku divê her roj li kolanan bin -
Li Melboûrnê tecrîd hate protestokirin
Li bajarê Ewûstralya Melboûrnê tecrîda Îmralî hate protestokirin û berxwedêrên greva birçîbûnê jî hatin silav kirin. -
Çalakgerên li Kasselê: Bi desteka gel em ê serbikevin
Çalakgerên li Kasselê ku 26 roj in di greva birçîbûnê de ne gotin; “Bi geşkirina çalakiyên gelê me re em ê serbikevin.” -
KCDK-E: Ji bo şikandina tecrîdê em beşdarî çalakiya 27’ê Sibatê ya li Brukselê bibin
KCDK-E: Em banga tevlîbûnê ji bo meş û mîtîngê dikin, ku 27’ê Sibatê (Çarşem) li Brukselê li pêşiya saziyên navnetewî wê were lidarxsistin. -
Li 4 bajarên Fransayê tecrîd hate protestokirin
Kurdistanî li bajarên Fransa Vîllîers le Bel, Mantes la Jolîe, Bordeaûx û Marsîlyayê daketin qadan, tecrîdkirina Ocalan protesto kirin û berxwedana grevên birçîbûnê jî silav kirin. -
Ugur çima çalakiyeke wiha kir?
Ugur hay ji her tiştî heye û hêza xwe ji nirxên gelê Kurd standiye. Her wiha çalakiya xweşewitandinê li dijî zextên psîkolojîk teqîneke wolqanîk e. -
Ji Agît Ural nameyek ji bo keça xwe
Agît Ural ku yek çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Strasboûrgê ye û ev 69 roj in di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji keça xwe Tamara nivîsî. Ural got, ''Rojên azad em ê bi hev re li welatê azad, bi Rêbertiya Azad pêşwazî bikin keça min.'' -
Tecrîd li Baselê hate protestokirin
Bi armanca protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina li ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li bajarê Swîsre Baselê çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Romayê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Îtalya Romayê li dijî faşîzmê meşek hate lidarxistin. Di meşê de tecrîd hate protesto kirin û berxwedana greva birçîbûnê jî hate silav kirin. -
‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê' plannameya çalakiyan eşkere kir
‘Platforma Jiyanê ya li dijî Tecrîdê’ ku li bajarê Elmanya Dortmûndê bi civînekê damezrandina xwe îlan kir, plannameya çalakiyên ku ji 3’ê Adarê ve li bajarên Elmanya were lidarxistin eşkere kir. -
Berxwedêrên TKP/ML û MLKP’ê piştgirî dan berxwedana Strasboûrgê
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 68’an de didome. Gaziyên ku ji komkujiya 19’ê Kanûna 2000’an rizgar bûbûn piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê. -
Dadgeha Swîsreyê: Şerê li dijî DAÎŞ’ê birûmet e
Welatiyê Swîsreyê Johan Cosar ku li dijî DAÎŞ’ê şer kiribû, di derbarê wî de doz hatibû vekirin hat berdan. Dadgeha Leşkerî şerê li dijî DAÎŞ’ê weke helwestekî birûmet nirxand. -
Li Bonnê li avahiya PE'yê ciwanên Kurd çalakî li dar xist-NÛ BÛ
Ciwanên Kurd li bajarê Elmanya Bonnê li Parlamentoya Ewropayê çalakiya bêîteatiya sivîl lidar dixin. -
Ciwanên çepgir ên Elman hatin serdana Xelîl
Li bajarê Elmanya Nurnbergê komeke ciwanên Elman çûn serdana Şiyar Xelîl ê ku 28 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.