EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Berlînê şeva piştevaniyê hate qedexekirin
Li Berlînê şeva piştevaniya bi Rojava re ji ber hate qedexekirin hate betalkirin. -
Konferansa PE'yê: Divê Erdogan were darizandin, Rêveberiya Xweser were naskirin
Di encamnameya du rojî de, ya konferansa navnetewî ya Rojava ku li Brûkselê hate kirin, hate gotin sûcên şer ên ku Tirkiyê kirine binpêkirina gelek peymanan e, bang hate kirin ku rêveberiya xweser a Rojava muxatab were dîtin. -
Li Nancyê dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Nancy yê Fransyê her roja Înê, îro jî hate protestokirin. -
Evrîm A. hate berdan
Kurdistanî Evrîn A. ku li Stûttgartê dihate darizandin piştî 17 mehên girtî hate berdan. -
Li Ewûstralyayê bi konferansekê piştgiriya Rojava hate kirin
Li Ewûstralyayê ji bo piştevaniya bi gelên Rojava, Papûa Gûînea, Şîlî û Sûdanê re konferansek hate lidarxistin. -
Dagirkeriya qeyûm wê li Parlamantoya Swêde were gotûbêjkirin
Parlamentera Partiya Çepgir a Swêd Amîneh Kakabaveh bal kişande ser zext û zordariyên li ser HDP'ê û Kurdan û gotin,''Dewleta Tirkiyê ne ya hiqûqê ye, divê em bêdeng nemînin''. -
Kampanyaya, ''Ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî azadî' didome
Kampanyaya ''Ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî azadî' li Ewrpayê didome. -
Parlementerê Ewûstralyayî ji dagikeriya Tirk hate agahdarkirin
Kurdistaniyên li Ewûstûralyayê dijîn, têkildarî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Parlementerê Partiya Karker Chrîs Hayes re civiyan. -
Li Zanîngeha Bîelefeledê pêşangekek bi mijara Rojava hate nişanda
Ji aliye YXK û JXK’ê ve li Zanîngeha Bîelefeled a Elmanyayê ji bo balê bikêşin ser dagirkeriya Tirk a li Roajva pêşangehek ya wêneyan hate vekirin. -
Saziyên ARCI û La Gambîente endamtiya rûmetê dan Ocalan
Li bajarê Salerno yê Îtalyayê saziyên ARCI û La Gambîente yê endamtiya rûmetê û qerta endamtiyê dan Ocalan. Li aliyê din rêxistinên ked û hiqûqê jî xelata mafê mirovan da gelê Kurd. -
Şaredariya Nurnbergê wêneyê Rojava ji pêşangehê rakir
Li navenda çandê ya girêdayî şaredariya Nurnbergê pêşangeha wêneyan hate nîşandan û wêneyek ji Rojava jî di pêşangehê de cih digirt. Li ser zextên lobiyên Tirk şaredariyê wêne ji pêşangehê derxist. -
Li PE konferansa Rojava: Hîtlerê roja me ya îro Erdogan e!
Li Parlementoya Ewropayê konferansek hate lidarxistin. Di konferansê de Erdogan şibandin Hîtler û Saddam. -
KON-MED: Di 14’ê Kanûnê de em hêza xwe nîşan bidin!
KON-MED got ku “Em bi hemû hêza xwe tevlî meşa ji bo Rojava ya di 14’ê Kanûnê de bibin.” -
Konferansa PE'yê: Erdogan sûcdarê şer e, divê were darizandin!
Li konferansa Rojava a li PE'yê li dijî dagirkeriya Tirk helwest hate nîşandan. Hate gotin Erdogan sûcdarê şer e û divê were darizandin. -
Li Parlamenta Ewropayê konferansa Rojava didome
Li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansa bi mebesta piştevaniya li Rojava û dijî dagirkeriya Tirk di roja duyan de didome. -
Konferansa li PE’yê: Tirkiye rêya ketin û derketina DAÎŞ’ê ye
Rûniştina yekem a konferansa li Parlementoya Ewropa ya têkildarî Rojava û dagirkeriya Tirkiye bi dawî bû. Lêkolînereke ku tevlî konferansê bû, diyar kir ku Tirkiye ji bo DAÎŞ’ê deriyê ketin û derketinê ye. -
Li Malmo Metîn Hesekê û şehîdên Rojava hatin bibîranîn
Can Nemed (Metîn Hesekê) yê di êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li Serêkaniyê şehîd bû û hevrêyên wî li bajarê Malmo ya Swêdê bi çalakiyekê hatin bibîranîn. -
Li PE Konferansa Rojava: Dagirkeriya Tirk hovîtî ye!
Li PE’yê têkildarî dagirkeriya Tirk, paqijiya etnîkî, têkiliyên çeteyan û pozîsyonên hêzên navneteweyî yên li Rojava konferanseke berfireh hate kirin. Wezîrê Karê Derve yê bere yê Fransa Bernard Koûchner ji bo dagirkeriyê got: ‘hovîtî’ ye. -
Polîsan girtin ser mala nivîskar Anja Flach
Polîsan girtin ser mala nivîskar Anja Flach a ji Hambûrgê. Hate diyarkirin ku sedema serdegirtinê jî wêneyên şervanê HPG’ê Jakob R. ye yê ku şehîd bûye. -
Rewşenbîran gotin: Mirovahî bila xwedî li Rojava derkeve
Gelek zanyar, nivîskar û parêzvanê mafê mirovan ên ji neteweyên cuda gotin, ''Em xwedî li Rojava derkevin, vê tecrûbeyê berbelav bikin.'' -
Şehîd li Lîmassolê hatin bibîranîn
Li bajarê Lîmassol a Qibrisê li gel 8 şehîdên Berxwedana Serdemê yên sala 2018’an li Efrînê şehîd bûbûn û Înat Rojava yê berî 10 rojan û Rustem Jîrikî ku berî 2 mehan şehîd bûbûn bi merasîmekê bibîr anîn. -
Akademisyen û mirovên zana ên Ewropî: Dawî li dagirkeriya li Rojava bînin
Encamên kampanyaya ku li Elmanya, Îngîltere û Swîsre ku 150 mirovên zana û akademîsyen tevlî bûn, li Berlînê bi civîneke çapemeniyê hate eşkerekirin. Akademîsyenan li dijî dagirkeriyê daxwazên xwe bi çar sernavan diyar kirin. -
Aloziya li Fransayê zêde dibe, hikumet tengijiye!
Li Fransayê ji 5’ê Kanûnê û vir ve greva li hemberî reforma teqawitbûnê didome. Tê payîn ku vê Sêşemê jî bi sed hezaran kes dakevin qadan. Li veguhêziyê de kaoseke mezin heye. -
KCDK-E: ji bo meşên 14’ê Kanûnê bibin seferber!
KCDK-E ji bo meşa Rojava ya ku wê 14’ê Kanûnê bê lidarxistin bang kir û got: “Em berxwedanê mezin bikin , em ê encamên dîrokî bi dest xwe ve bînin.” -
Teslîm Tore, li Kolnê hate bibîranîn
Yek ji pêşengê tevgera çep a li Tirkiyeyê Teslîm Tore yê ku di meha Mijdarê de rehmet kiribû, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hate bibîranîn.