EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ciwanan li Stûttgartê tecrîd protesto kirin
Ciwanan li Stûttgartê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. -
Li 4 navendan qeyûm protesto kirin-NÛ BÛ II
AKP/MHP ya ku 5 şaredariyên HDP’ê xesp kirî, li bajarên Hîldesheîm, Hambûrg, Hannover ên Elmanya yê û Den Haag a Hollanda û Zurîh a Swîsreyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. -
Li Marsîlya yê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin
Aktîvîstên TCŞ’ê di çalakiya li Vieux Portê pêk anîn de, 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin. -
Li pêşiya NY’yê ambargoya li ser Mexmûrê hate protestokirin
Aktivîstên TCŞ û JCA li pêşiya avahiya NY a Cenevreyê bi çalakiyekê bang kirin ku ji bo ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin bikevin tevgerê. -
Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn
Li navendên Salzgitter /Lebenstedt û Hîldesheîm ên Elmanya yên Kurd lê dijîn, şehîdên meha Gulanê bibîr anîn. -
Dewleta Tirk li Swêdê hate şermezarkirin
Li 4 bajarên Swêdê çalakî hatin lidarxistin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û tecrîd hatin şermezarkirin. -
Vîrûs li Spanyayê li 5 ji sedî yê şêniyan geriya ye
Li gorî lêkolîneke berfireh a li Spanyayê, vîrûsa koronayê ya nû li 5 ji sedî yên Spaniyan geriya ye. Li paytext Madrîd û hin herêman ev rêje digihêje heta 10 ji sedî. -
Kurdistaniyên Ewropa dewleta Tirk protesto dikin-NÛ BÛ
Li bajarê Kîel û Hîldesheîm ên Elmanya, Toûloûse ya Fransayê, Den Haag a Hollandayê tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Kurdistanê hatin protestokirin. -
Pîşesaziya li Herêma Euroyê serberjêr bûye
Li gorî ofîsa statîstîkan a Ewropayê Eurostat, hilberîna pîşesaziyê ya li Herêma Euroyê, ji ber tevdîrên mayina li malê di meha Adarê de têk çû. -
Ciwanan li Parîsê ji bo Ocalan çalakiyek pêk anîn
Aktîvîstên TCŞ û JCA'yê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin. -
Li Kanadayê piştevaniya bi xebatkarên tenduristiyê re dewam e
Li bajarê Toronto ya Kanadayê Meclîsa Gelê Kurd û Federasyona Demokratîk a Kurdên Kanada yê, ji bo piştevaniya bi kedkarên tenduristiyê yên li dijî pandemiya koronavîrûsê di çepeyên pêş de têkoşîn dikin, maske diyarî wan kirin. -
Li Ewropayê wê ji îro û pê ve çi bên guhertin?
Li gelek welatên Ewropayê ku vîrûsa koronayê bandoreke giran li wan kiriye, tevdîra mayina li malê ji îro û pê ve bi dawî dibe. -
Li Fînlandiyayê dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin
Kurdên li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye hatin gel hev û bi çalakiyekê êrîşên dagirker yên dewleta Tirk a li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. -
Li Stûttgartê çalakiya ji bo piştgiriya bi kampên penaberan re
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, ji bo piştgiriya bi kampên penaberan û Mexmûrê re çalakiyek hate lidarxistin. -
Êrîşên li ser Zînî Wertê li Elmanyayê hate protestokirin
Li bajarên Dusseldorf û Heîllborn ên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Zînî Wertêya Başûrê Kurdistanê hate protestokirin. -
Li Kasselê êrîşa dewleta Tirk a li ser Zînê Wertê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Kassela Elmanyayê û derdora wê, êrîşa dewleta Tirk a li dijî Zînê Wertê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. -
Li Stûttgartê êrîşên li ser Zînê Wertê hate protestokirin
Li bajarê Stûttgarta Elmanyayê, êrîşa dewleta Tirk a li ser Zînê Wertê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Sînorên YE'yê dibe ku 40 rojî dî jî girtî bimînin
Di rojevê de ye ku sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) heta nîvê Hezîranê jî girtî bimîne. -
Li Fransayê Covîd-19'ê herî pir li karkerên taşeron da
Li Fransayê ji ber Covîd-19'ê ji nîvî zêdetir yên xebatkaran ketin nav çarçoweya 'bêkariya demdemî', li gel kesên ku bi teqezî bêkar mane tê dîtin ku bêkarî hate asta 2017'an. -
Wezîrê Swêdê bersiveke sosret derbarê Ozdemîr da
Wezîrê Dad û Koçberan a Swêdê Morgan Johansson derbarê ciwanê Kurd Resûl Ozdmîr ku daxwaza îltîcakirina wî ya siyasî nehatî qebûlkirin û radestî Tirkiyê kirin bersiveke sosret da. -
Li Den Haag û Wûpertalê şideta li ser jinê hate protestokirin
Li Den Haag a Hollanda û Wûpertal a Elmanyayê jinên ku daketin qadan şidet û qetilkirina jinan protesto kirin. -
Daxwaza berdana Celaliyan û hemû girtiyên siyasî kirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Munîh a Elmanyayê dijîn, ji bo siyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan a li Îranê girtî çalakî kirin. -
Li Elmanyayê qetilkirina jinan hate protestokirin
Li Freîbûrg, Esslîngen, Nurnberg, Hambûrg, Hîldesheîm û Sttûtgart ên Elmanyayê qetilkirina jinan hate protestokirin. -
Li Bern û Stûttgartê çalakî hatin lidarxistin
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Zînî Wertê hatin şermezarkirin. Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî re pankart hate daliqandin. -
Antîkora li dijî Covîd-19 bê bikaranîn hate peydakirin
Zanyarên Hollandayî ragihandin ku ji bo pêşîgirtina li nexweşiya Covîd-19 wan antîkorek tespît kirine ku di tedawiyê de dikare bi bandor be.