EWROPA
"Nobeta Azadiyê" ya ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di hefteya 734’an de ye. Endamên DKTM’ê yên ji Evry a Parîsê hatin, nobeta vê hefteyê dewr girtin. Yilmaz Ceylan got, "Şertê sereke y
KCDK-E’yê bi boneya salvegera 103’yemîn a Peymana Lozanê ya ku “Qirkirina Kurdan da destpêkirin” banga “bi ruhê neteweyî” beşdarî meşa girseyî ya 25’ê Tîrmehê roja Şemiyê li Lozanê were lidarxistin bibin, kir.
Li Basel, Lozan û Zurîhê yên Swîsreyê ji bo 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê bîranîn hatin lidarxistin.
Hunermendên TEV ÇAND’ê di civîna xwe ya li Dortmundê de xebatên xwe yên komunbûnê di qada çand û hunerê li Ewropa de nîqaş kirin û bi daxuyaniyekî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û xurtirina yekîtiya neteweyî kirin.
Di bîranîna li Cenevreyê de, şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn. Di axaftinan de îşaret bi rola dîrokî ya Zindana Amedê di têkoşîna azadiyê ya Kurd de hat kirin.
Hemû Nûçe
-
Martina Feldmayer: Dev ji zilma li ser Kurdan berdin
Endama Parlementoya Eyaleta Hessen MartinA Feldmayer diyar kir ku Tirkiyeyê zilmê li Kurdan dike û got: “Nahêlin bi Kurdî biaxivin û zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin. Divê Tirkiye dawî li zilma ser Kurdan bîne.”
-
-
-
-
Fîraz Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê li Reqayê şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê rêheval, hezkirî û malbata xwe ve li ser gora xwe hat bibîranîn.
-
-
Molly Dhlamini: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Molly Dhlamini anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û got: “Gelê Efrîkaya Başûr û gelê Kurd ji bo çarenûsa xwe têdikoşin. Em piştgiriyê didin gelê Kurd ê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan, çand û zimanê xwe têdikoşe.”
-
-
-
Bayindir: Divê gelê Başûr li dijî xeta xiyanetê derkeve
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku di hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de 2 rê li pêşiya gelê Başûr hene û got: “Yan wê li hemberî vê xeta xiyanetê raperînê bike. Yan jî vê xeta xiyanetê hilweşîne û xwe jê azad bike.”
-
KNK'ê êrîşên li ser zimanê Kurdî şermezar kir
"Em wekî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK'ê van êrîşên hovane û nîjadperest bi tundî şermezar dikin. Ji bo bi yekdengî bertek nîşandan û xwedîlêderketina li nirxên me yên bingehîn, hemû welatparêzên Kurdistanê vedixwînin."
-
Rojeva Konferansa Partiya Karker 'Kurd' û 'tecrîd' bû
Li Îngilîstanê nûnerên Kurd jî beşdarî konferansa salane ya Partiya Karker a li desthilatdariyê bûn. Di panelan de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî zext û tundiya li ser gelê Kurd û tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê meşandin.
-
-
Ciwanên ji Munihê Nobeta Azadiyê dewr girtin
Ciwanên ku Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 640’emîn de dewr girtin, bang li ciwan û gelê Kurd kirin û gotin, “Li her derê xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Heta ku Rêbertî azad nebe dev ji xebatên xwe bernedin.”
-
-
-
-
-
-
-
KJK: Wê azadî bi ser bikeve!
KJK’ê bal kişand ser berxwedana fedayiyane ya gerîla û berxwedan û xweparastina gerîlayên jin ku bi îradeyeke mezin pêşengiyê jê re dikin silav kir û got, “Wê azadî bi ser bikeve!”
-
-
-
Çalakvanên Meşa Dirêj: Em ê êrîşan têk bibin
Çalakvanên Meşa Dirêj bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û ev peyam dan, “Gelê Kurd wê bi feraseta şerê şoreşgerî hemû êrîşan têk bibe. Bi berxwedana ciwanên Kurd wê qirkirin û dagirkerî were dawîkirin.”
-
Festîvala Çandî: Em ê têkoşîna xwe bi ser bixin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser Meşa Dirêj ku li Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve hat lidarxistin û wiha got, “Em amade ne, em ê têkoşîna xwe bi pêşengiya jin û ciwanan bi ser bixin.”