BI DÎMEN

Zubeyir Aydar: Êrîşên li ser Rojava berdewamiya komployê ne

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar di mitînga Brukselê de axivî û got: “Êrîşên îro berdewamiya komploya navneteweyî ne. Heger îro peyman pêk hatibe, ev bi ked û hewldanên Serok Apo pêk hatiye.”

Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê bi dirûşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû" meşeke girseyî li dar xistin. Meşa saet di 13.00’an de li meydana Port de Namoorê dest kir û heya bi meydana pêşiya Parlamentoya Ewropayê ya meydana Luksemburgê berdewam kir.

Di meşê de alayên YPG-YPJ, wêneyên Rêber Apo û pankart hatin hilgirtin. Li kolanên Birûkselê bi yekdengî dirûşmeyên "Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statû”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yeke yeke Kurdistan yeke” berz kirin.

Meşa ku li ber Parlamentoya Ewropayê qediya li wir mitîng hat lidarxistin. Mitîng bi qedeyek rêzgirtina ji bo şehîdê Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar axaftin kir. Aydar diyar kir ku meheke ku gel bi her awayî li her dera cîhanê li ser piyan e û got, “Ev helwesta gel a ji bo parastina rojava, em tev bi gelê xwe serbilind in. Em tevayî wan berxwedêran silav dikin. Rast e ku peymanek hatiye çêkirin, lê êrîş bi dawî nebûne. Gelê Kurd û aliyê me li peymanê xwedî derketin. Lazime ji her demê bêhtir bi tedbîr nêz bibin. Dijmin çi dikin bila bikin, gelê Kurd vê rewşa heyî napejirîne. Heger em aram û rihet nebin, wê tu kes li wan dera aram nebe.”

‘EM KOMPLO Û ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA JI BÎR NAKIN’

Aydar li ser salvegera Komploya Navneteweyî ev ev tişt anî ziman: “Piştî hefteyekê salvegera komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ye. 27 sal berê bi piraniya hêzên hegemon ev komplo pêk anîn. Em vê komployê ji bîr nakin, êrîşên îro berdewamiya heman komployê ye. Rêber Apo 27 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Rêber Apo tevayî jiyana xwe bi her awayî ji bo Rojava di nava liv û tevgerê de ye. Heger îro peyman pêk hatibe, ev bi ked û hewldanên Serok Apo pêk hatiye.”

Rojnamevan Bûnyad Cizîrî jî li ser rewşa dawî agahî dan û got, “Ev çalakiyên ku li derveyî welat têne kirin, bandoreke mezin li ser gel û berxwedêrên li qada Rojava dike.”

Mitîng piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.