YJK-S: Em bi xurtî tevlî meşa 12'ê Sibatê ya li Strasbourgê bibin

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ji bo meşa 12'ê Sibatê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê banga tevlîbûnê kir.

Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) bi daxuyaniyekê bi bîr xist ku di ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an re 23 sal derbas bûn û bi hêrseke mezin komployê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên hegemonîk ên tevlî komployê bûne wê ti carî bi ser nekevin û got, "15'ê Sibatê ne tenê ji bo gelê Kurd û jinên Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê rojeke reş e. Hêzên navneteweyî û dewleta Tirk a faşîst bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwaze di sedsala 21'ê de polîtîkaya qirkirina gelê Kurd bi ser bixîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di sala 2022'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina komployê wê têkoşînê xurtir bikin û ji bo meşa 12'ê Sibatê ya li Strasbourgê banga tevlîbûnê li jin, ciwan û hêzên demokrasî û azadîxwaz hate kirin.