YJK-E û KON-MED'ê spasiya beşdarên Newrozê kirin

YJK-E û KON-MED'ê têkildarî Newroza 2026'an a li Frankfurt û Berlînê daxuyanî dan ku bi sed hezaran kes tevlî bûn û spasiya beşdaran kirin.

NEWROZ 2026

Di daxuyaniya YJK-E û KON-MED'ê de hate ragihandin ku di ser kapasîteya qada Rebstockpark a Frankfurtê re girse tevlî pîrozbahiya Newrozê bû, li Berlînê jî ji qada Oranienplaztê dirûşmên 'Yekbûn'ê îradeya yekîtiyê bi xurtî nîşan da. Di daxuyaniyê de hate gotin, bi deh hezaran kesî mil dan hev û Newroz bi dirûşma yekîtiya neteweyî pîroz kirin û spasiya her beşdarî hate kirin.

ÎRADEYA HEVPAR Û PIŞTEVANÎ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pîrozbahiyên Newrozê ji çalakiyekê wêdetir bû û di pêvajoya amadekariyê de nûnerên partiyên siyasî, sazî, federasyon, meclîs, rêxistinên jin û ciwanan ên ji çar parçeyên Kurdistanê bi ruh û aqilekî hevpar tevgeriyan. Saziyan diyar kirin ku ji malovaniya Şaredariya Frankfurtê heta bi dilxwazên li qadê, piştevaniya hate nîşandan hêjayî pesindayinê bû.

TEVLÎBÛNA JIN Û CIWANAN LI PÊŞ BÛ

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîmenê li qadê derkete holê cihê hêviyê bû, bi taybetî jî tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan dînamîzma têkoşîna azadiyê raxist pêş çavan. Hate gotin, sekna bi biryar a jinan û enerjiya ciwanan bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" re bûn yek û qad veguherand dika îrade û berxwedanê.

'ME BI HEV RE BI SER XIST, EM Ê BI HEV RE MEZIN BIBIN'

Bi dewamî hate ragihandin ku tevlîbûna sed hezaran kesî ruhê yekîtiyê careke din raxist pêş çavan û hate gotin, yek ji armancên bingehîn ên Newrozê xurtkirina yekîtiya neteweyî, ragihandina daxwazan ji cîhanê re û bilindkirina îardeya azadiyê ya Rêber Apo bû. Hate ragihandin ku ev armanc hate serxistin û hate gotin, "Weke komîteya amadekar a Newroza 2026'an a navendî ya Elmanyayê em spasiya her sazî, federasyon, komîteyên amadekar û ya herî girîng jî spasiya her ferdekî vê malbata mezin a gelê Kurd dikin. Me bi hev re bi ser xist, em ê bi hev re mezin bibin."