Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanya (YJK-E) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek da.
“Em ê îsal 8’ê Adarê bi bîranîna Sakîne Cansiz û Rosa Lûxemburgs ên ku mafên jinan parastin û hemû jiyana xwe diyarî têkoşîna jinan a ji bo van mafan kirin, bi soza ku em ê mîrateya wan biparêzin û ji nifşên pêşerojê re veguhazînin, pîroz bikin.
Ji ber ku sîstemê polîtîkayên ku di van du salên dawî de li dijî jinê bi pandemiyê re daye deşîfrekirin, bi azadiyên sexte yên li dijî jinê û bi polîtîkayên sexte ku dixwaze li ser jinê pêş bixîne, bi tu awayî nikare bersiva daxwazên wê an jî têkoşîna wê ya ji bo jiyaneke cuda bide. Bi polîtîkayên li ser jinê pêşxistiye, bi zanebûn şîdet, destavêtin, zextên mêran ên li ser jinê pêş dixe û êrîşî hemû maf û vîna jinê dike, hewl dide hebûna xwe biparêze. Bi girtina civakê ya bi rêya jinê, weke ku jiyaneke cuda nebe zextê li gel dike. Bi hedefgirtina jinê re hewl dide jinê di nava civakê de bişkîne û rola ku ji wê re diayr kiriye pê bide qebûlkirin.
Bi pandemiyê re tundî û qtilkirina jinan derketiye asta herî jor. Li aliyê din jî bi rêya ked û bedena jinê hewl dide pergala xwe zindî bihêle.
Dixwaze bi êrîşên li ser Şengal û Efrînê, koçberî, destavêtin, komkujî û kolekirina jinan peyamê bide jinan. Hîn jî bi hezaran jin li bazarên koleyan tên firotin an jî çarenûsa wan ne diyar e. Yê di vê zanebûnê de ye, lê dîsa jî hêzê dide rejîma dagirker a faşîst a AKP-MHP’ê, li Efrîn û Rojava jin ji aliyê çeteyên girêdayî wê ve rastî her cure êrîşan tên, tên revandin, rastî tundiyê tên û tên qetilkirin. Li ber çavê hemû cîhanê sûcê li dijî mirovahiyê bi fermana serokê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê Erdogan tê kirin. Ji ber ku heta dîktator Erdogan neyê darizandin û cezakirin wê têkoşîna jinan bidome, di 8’ê Adarê de em ê bibin dengê bi hezaran jinên Êzidî yên ku hîna winda ne û emê ji qirkirina jinan a li Efrînê re bêjin raweste. Weke di çarçoveya dirûşmeya me ya îsal de, em ê di çarçoveya Jiyaneke Azad de li ber xwe bidin, xwe rêxistin bikin û bi hemû tevgerên jinan re bibin yek û li dijî wê têkoşîna xwe mezin bikin.
Di heman demê de ji bo ku em polîtîkayên durû yên welatên Ewropayê yên ku em lê dimînin, li nav çavê wan bidin, em ê li dijî polîtîkayên berjewendiyê yên li ser Efrîn û Şengalê û helwestên ku sûcên li dijî mirovatiyê yên dîktatoriya Erdogan nabîne, nabihîse û dengê xwe dernaxîne emê bi inada xwedîderketinê emê lîstika wan têk bibin. Em ê di serî de jin weke her carê li hemberî van helwest û seknên NATO û Yekîtiya Ewropayê yên ku êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê weke "sûcê mirovahiyê" dibînin, lê dema ku behsa Kurdan tê kirin van gotinan pûç dikin, li ber xwe bidin.
Bi vê wesîleyê em bang li hemû hevalên jin yên li her qadên ku em lê ne dikin ku tevlî çalakiyên 8'ê Adarê bibin û em bi hev re li dijî şer, nîjadperestî û mîlîtarîzmê dengê xwe bilind bikin.
BAJARÊN KU WÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN
5 ADAR
Dusseldorf Meş/Mîtîng
Cih: Johannes-Rau-Platz
Dem: 14.00
Frankfûrt Meş/Mîtîng
Cih: Frankfûrt-HBF
Dem: 14.00
Stûttgart / Standa Agahdarkirinê
Cih: Schlossplatz
Dem: 15.00
6 ADAR
Li Dûîsbûrgê çalakiya bîranînê ya Ivana Hoffmann
Cih: Kaîser-Wîlhelm-Strabe 260 Dûîsbûrg
Dem: 15.00
7 ADAR
Dûîsbûrg Meş
Cih: HBF-DÛÎSBÛRG
Dem: 17:30
8 ADAR
Dûîsbûrg Mîtîng
Cih: li pêşberî Forûm Dûîsbûrg
Dem: 12:00
Hannoverê Meş/Mîtîng
Cih: Operplatz
Saet: 16.30
Trier Rally
Cih: Auf dem Kornmarkt
Dem: 15.00
Mannheîm Meşa/Mîtîng
Cih: Gewerkschaftshaûs
Saet: 17.30
Darmstadt Meş / Mîtîng
Cih: Frîedensplatz
Dem: 15.00
Nîşandana fîlm li Darmstadt
Cih: Programmkîno Rex
Saet 20.00 e
Saarbrûcken Mîtîng
Cih: Bahnhofstrasse
Dem: 12:00
Munîh Mîtîng
Cih: Konîgsplatz
Saet: 17.00
Hambûrg Meş/Mîtîng
Cih: Sternschanze HBF
Saet: 16.30
Berlîn Meş /Mîtîng
Cih: Leopoldplatz
Dem: 15.00
Dresdenê Meş/Mîtîng
Cih: Konîgsûfer
Dem: 16.00
Wûppertal Meş / Mîtîng
Cih: Neûmarkt
Saet: 17.00
Wûppertal Meş / Mîtîng
Cih: Karlsplatz
Saet: 17.30
Stûttgart Meş/Mîtîng
Cih: Theodor-Heûss-Strabe
Saet: 16.30
Aûrîch Mîtîng
Cih: Marktplatz
Saet: 15.30
Bîelefeld Adar / Mîtîng
Cih: Haûptbahnhof
Saet: 17.00
Kîel Mîtîng
Cih: Bahnhofvorplatz
Saet: 16.30
Bremen çalakiya dîtbarî
Cih: Goetheplatz
Dem: 11:00
Bremen Meş/Mîtîng
Cih: Sîegenplatz
Dem: 16.00
Freîbûrg Meş / Mîtîng
Cih: Alte Synagoge Platz
Dem: 16.00
Heîlbronn Kûndgebûng
Cih: Am Kîlîansplatz
Dem: 15.00
Kassel Meş / Mîtîng
Cih: Haûptbahnhof
Saet: 17.00
Nûrnberg Meş
Cih: Waaggasse / Haûptmarkt
Saet: 18.30
Dortmûnd Meş / Mîtîng
Cih: An der Mayersche
Dem: 16.00
Koln Meş/Mîtîng
Cih: Wîener Platz
Saet: 17.00
Essen Mîtîng
Cih: Cardînal- Hengsbach-Platz
Saet: 16.30
12 ADAR
Heîlbronn Meş /Mîttîng
Bi hevkariya komên biyanî û Elmanî re were çêkirin
Cih: Kîlîanplatz
Dem: 11:00
Nûrnberg Meş/Mîtîng
Cih: Plarrer / Ecke Gostenhofer
Dem: 14.00