YE'yê statuya namzetiya Bosna-Hersekê pejirand
Yekîtiya Ewropayê (YE) statuya namzetiya fermî ya Bosna-Hersekê pejirand.
Yekîtiya Ewropayê (YE) statuya namzetiya fermî ya Bosna-Hersekê pejirand.
YE’yê piştî statuya namzetiyê ya Ukrayna û Moldovayê qebûl kir bi şeş mehan, vê carê statuya namzetiya fermî ya Bosna Hersekê pejirand.
Wezîrên Karên Ewropayê yên YE’yê, di lûtkeya xwe ya vê Sêşemê de daxwaza Bosna-Hersekê ya ji bo statuya namzetiya fermî qebûl kirin.
Bi erêkirinê re, qonaxa yekemîn a pêvajoyeke dirêj a namzetiyê li ber welatê Balkanan Bosna-Hersek ku nifûsa xwe 3,5 mîlyon e, pêk hat.