YE’yê bi kîjan hincetan PKK di nav lîsteyê de bi cih kir?
Piştî ku Dîwana Dadê ya Ewropayê hincetên ku PKK di nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ de tê hiştin, kêm dît, Yekîtiya Ewropayê çare di lîsteya DYE’yê û Ingilistanê de dît.
Piştî ku Dîwana Dadê ya Ewropayê hincetên ku PKK di nav lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ de tê hiştin, kêm dît, Yekîtiya Ewropayê çare di lîsteya DYE’yê û Ingilistanê de dît.
Hedefa kampanyayê ku li ser malpera ‘’Justice For Kurds” (https://justiceforkurds.info) bi gelek ziman hatî destpêkirin, li gel Ewropa, li DYE, Kanada û Ewûstralayê tê armanckirin 4 milyon îmze were komkirin. Îmze jî bi ji Konseya Wezîran a YE’yê re û Wezareta Karê Derve ya DYE’yê re têne şandin.
Ji bo ku politikaya krîmînalîzkirina li qada navnetewî li dijî têkoşîna azadiya Kurd tê domandin were şikandin girîng e ku PKK ji van lîsteyan were derxistin. Baş e, YE bi kîjan sedeman PKK kire nav ‘lîsteya terorê’, di pêvajoyên krîtîk de li pişt deriyên girtî çi bû?
PÊVAJOYA KU BI BIRYARA QEDEXEYÊ YA ELMANYAYÊ DEST PÊ KIRÎ
Pêşî sala 1993’an dewleta Elman ‘qanûna komeleyan’ kire sedem û xebatên PKK’ê qedexe kir. Li gel ku Elmanya wan salan bi fermî weke ‘rêxistina terorîst’ nedîdît jî, deriyê saziyên Kurd kilît kir û cezayê girtîgehê û pereyan li aktivîst û siyasetmedarên Kurd birî.
Rêveberiya DYE’yê jî biryara dihate payin piştî bi çend salan wê aşkere bikira. 10’ê Tebaxa 1997’an Daîreya Organîzasyonên Terorîst ên Biyanî ya bi ser Wezareta Karê Derve ya DYE’yê, PKK di nav ‘Organîzasyonên Terorîst ên Biyanî’ de bi cih kir. Rêveberiya Qesra Spî ya wê demê, piştî vê biryarê bi salekê 9’ê Cotmeha 1998’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gava pêşî ya komploya navnetewî dane destpêkirin.
Wezareta Karê Derve ya DYE’yê rûdanên dema şerê qirêj a alên 90’î yên li Kurdistanê û biryarên dadgehên dewleta Tirk kire hincet û PKK di nav ‘lîsteya terorê’ de bi cih kir, bi eynî hincetan, piştî bi 3 salan Ingilistan jî eynî gav avêt. PKK ku ne li DYE’yê û ne jî li Ingilistanê ti êrîşên wê yên tundew nebûn jî, 20’ê Tîrmeha 2000’î bi biryara rêveberiya Londonê di nav ‘lîsteya terorê’ de hate bicihkirin. Kanada û Japonya sala 2002’an, Ewûstralya sala 2005’an, Zelandaya nû sala 2010’an bi eniyî biryarê PKK kirin nav lîsteya xwe.
DI LÎSTEYA PÊŞÎ YA YE’YÊ DE PKK NEBÛ
Piştî êrîşên 11’ê Îlona 2001’an ku Emerîka pê hejiyabû, rêveberiya Washîngtonê bi hinceta ‘astengkirina terorîzma navnetewî’ zext li ser YE’yê kir. Li gorî DYE’yê, YE, li ser mijara ‘têkoşîna dijî terorîzmê’ qels dimîne. Li ser vê, Kanûna 2001’an YE’yê bi zexta DYE’yê lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ ava kir.
Di lîsteya pêşî de ku YE’yê 28’ê Kanûna 2001’an aşkere kirî, ETA, Rêxistina 17’ê Mijdarê ya Yewnanîstanê, Hîzbûllaha Libnanê, Cîhana Îslamî û Hamas jî di nav de 12 rêxistin hebû. Di vê lîsteyê de ku tenê 6 mehan ma, PKK nebû. Lê piştî ku dewleta Tirk û hêzên cîhanî ketin navbeynê Konseya Wezîran a YE’yê, aşkere kir ku 2’yê Gulana 2002’an PKK jî di nav lîsteyê de hatiye bicihkirin.
SÛCÊN DEWLETA TIRK JÎ KIRIN SÛKRA PKK’Ê
Brûkselê di ber muzakereyên endamtiyê de yên bi Enqreyê re helwesta xwe guherand, bi ser de ji bo ku PKK di nav lîsteyê de were bicihkirin sedem jî spartin biryarên dadgehên Tirk. Li gorî lêkolînên ANF’ê di navbeyna 2003-2013’an de PKK ji 68 rûdanên berbiçav berpirs hatiye dîtin. Lê balkêş e, ku piraniya van êrîşan ne xwedî daneyên berbiçav in û tenê guh dane îdîayên dewleta Tirk.
Bi ser de di lîsteyên YE’yê de sûcên ku dewleta Tirk kirine jî kirine sûkra PKK’ê. Ji van ya herî balkêş di teqîna mayinê de ya 27’ê Gulana 2009’an a li Çelê ku 7 leşker miribûn, YE’yê PKK berpirs dîtibû. Lê qeydên deng ku piştre derketibûn û darizandina li dadgeha leşkerî, derketibû holê ku efseran bixwe mayin danine û bersûc Tûggeneral Zekî Es 6 sal û 8 meh ceza lê hatibû birin.
Her wiha 29’ê Îlona 2007’an, li gundê Heman a Êlkê li wesayiteke sivîlan hatibû reşandin û 7 cerdevan hatibûn kuştin. Di rapora Mazlûm-Der û ÎHD’ê de ku 19’ê Cotmeha 2007’an hatibû hazkirin bi rengekî berbiçav derketibû holê ku ti têkiliya PKK’ê bi vê re nîne. Derketibû holê kuştina ku plansaziya wê leşkeran kirî ji hêla cerdevanan ve pêk hatiye, YE bi salan ev kire sûkra PKK’ê.
JI SALA 2018’AN Û WIR VE TI ARGÛMANEKE BERBIÇAV A YE’YÊ NÎNE
Li dijî vê nehiqûyan YE’yê sala 2014’an rêveberên PKK’ê Murat Karayilan û Duran Kalkan bi rêya parêzerên xweyên Hollandî serî li Dîwana Dadê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê dan. Organa darazê ya YE’yê ku li serlêdana PKK’ê hûr bûyî, biryara xwe 15’ê Mijdara 2018’an da.
Dîwana Dadê ya Ewropayê, hincetên Ingilistanê ku li ser navê YE’yê îdîa danîbû, kêm dît, biryar li ser da ku PKK bi van sedeman nikare di nav lîsteyê de be. Piştî biryara Dîwanê her wiha Ingilistan sala 2018’an ji bo ku PKK di nav lîsteyê de bimîne dîsa serlêdan kir û bi rengekî otomayîk 9’ê Çile ya 2019’an PKK dîsa li nav lîsteyê hate danîn.
Lê vê carê Konseya Wezîrana YE’yê biryara rûdanên berbiçav ku berê ji bo ku PKK di nav lîsteyê de were bicihkirin dabû, ji nav sedeman derxist. Li şûna vê YE’yê lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ya DYE û Ingilîz ya derheqê PKK’ê kire bingeh. Konseya Wezîran Sibata 2021’an piştî ku PKK dîsa kire nav lîsteya ku hatî nûjenkirin doz hate vekirin .Halê hazir li Luksembûrgê têkilî PKK’ê 3 doz hene, Tevgera Azadiya Kurd 19’ê Tîrmeha 2021’an dema ku dîsa di nav lîsteyê de hate bicihkirin bi asta cîhanî kampanya geştir bû.
Piştî kampanyaya navnetewî ku kanûna bihurî dest pê kirî, heta niha bi hezaran kesî, ku di nav wan de wekîlên Parlamentoya Ewropayê, yên meclîsa netewî, senator, serokên partiyan, şaredar, nûnerên sendîkayan, akademîsyen, nûçegihan, hunermend û hiqûqnas jî hene, bang li YE û DYE’yê kirin ku PKK ji nav lîsteyê were derxistin. Hate gotin ji ber ku PKK di nav ‘lîsteya terorê’ ye, ev tundiya dewletê ya li ser gelê Kurd rewa dike.