Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku ji 14’ê Nîsanê ve herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi balafirên şer û obusan bomberdûman dike, dewam dikin. Gelê Kurdistanê û dostên wan ên ku li welatên Ewropayê daketin qadan, hêrsa xwe ya li hemberî xiyaneta PDK'ê ya ku piştgirî dide êrîşa dagirkeriyê nîşan dan.
LONDRA
Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di çarçoveya “Pêngava Werin Cenga Azadiyê” de ji bo şermezarkirin û teşhîrkirina êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê daketin kolanên paytexta Îngiltere Londonê.
Bi dehan ciwan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, flamayên PKK'ê û pankartên bi nivîsa "Dawî li şer bînin" li kolanên Londrayê meşiyan.
Di çalakiya ku gelek bala derdorê kişand de, ciwanan bi cil û bergên xwe yên herêmî û pêlavên mekap ve nîşan dan ku ew li rex gerîla ne. Her wiha belavokên ku şerê li Kurdistanê vedibêje li kesên derbas dibûn hatin belavkirin.
Meşvanan ji bo şermezarkirina şerê hegemonyayê yê li ser Ukraynayê, di rê de li hev civiyan, nerazîbûna xwe ya li dijî şerê li Kurdistanê bi nîşaneyên serkeftinê anîn ziman.
Dema ku çalakî dom dikir, polîsan hewl dan provokasyonê bikin û xwestin alên PKK'ê bên komkirin. Hewldana polîsan ya ji bo komkirina alan ku çûn cem ciwanan û hewl dan diyalogê bikin, hat redkirin. Piştre girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Li aliyê din polîsên Îngîlîz, xwe li helwesta bi biryar û bi îstîkrar a ciwanan negirtin, êrîş kirin û dest bi destgîrkirinan kirin. Di êrîşê de herî kêm 2 kes hatin destgîrkirin.
Çalakiya ciwanan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Gerîla Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.
LÎMASOL
Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd, ji bo şermezarkirina êrîş û qetlîamên artêşa Tirk a dagirker a li gel PDK’ê ya 14’ê Nîsanê destpêkirî, meş û mîtîngek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hatin gel hev, heta Parka Molozê meşiyan. Di meşê de alên PKK, YPG, HPG, YPJ û flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hebûn hatin hilgirtin.
Di çalakiyê de ku hêrsa li dijî PDK û dewleta Tirk hate ziman, Kurdistaniyan bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Bimre xiyanet", "Bijî Serok Apo", "Bijî HPG", "Be Serok jiyan nabe", "Faşîst Tirkiye, hevkar PDK”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” dagirkerî hat protestokirin û peyamên piştgriyê ya bi gerîla re hatin dayîn.
Qibrisiyên ku piştgirî dan çalakiyê jî bi xwepêşanderan dirûşme berz kirin.
Çalakiya ku li Parka Molozê veguherî mîtîngê, piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftina siyasetmedarê Kurd Kamîl Akal berdewam kir.
Akal di axaftina xwe de bal kişande ser îxaneta PDK'ê û ev tişt anî ziman: "Bersiva herî baş a ku li eniya xiyanetê hate dayîn ew e ku hevala jin a di çalakiya li dijî xiyanetê ya li Londrayê hat lidarxistin de mekabê gerîla nîşan da û qîr kir, 'bibin qurbanê pêlavên gerîla'. Gelê Kurdistanê êdî gelekî zelal dît ku kê li berxwe dide û kê xiyanetê dike. Yên wê azadiyê bînin Kurdistanê mekab zerin. Xwediyê mekapên zer rûmeta Kurdistanê ne. Parastina vê rûmetê û mezinkirina vî şerê rûmetê erk û berpirsyariya bingehîn a her Kurdekî ye. Divê gumana tu kesî tunebe, em ê her roj li qadan cihê xwe bigirin û vê agirê berxwedanê gurtir bikin. Çawa ku gerîla ji bo dijmin û eniya xiyanetê ya li çiyê her bostek Kurdistanê dike dojeh, em ê li her qadê li dijî faşîzmê têkoşîna azadiya Kurd bidin meşandin. Dîrok dîroka azadiya Kurdan e, dîrok dîroka bin axkirina îxanetê ye. Dîrok dîroka misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji bo vê jî divê her Kurdekî birûmet li gorî ruhê dîrok û demê rola xwe bilîze û bi vê berpirsyariyê tevbigere.”
Çalakî bi banga tevlîbûna meşa 25’ê Nîsanê ya wê li Lefkosyayê li deriyê sînor ê Tirk bê lidarxistin, bi dawî bû.
MELBOÛRNE
Kurdistaniyên li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dijîn, li dijî hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê daketin qadan.
Li ser navê NAV-KURD'ê Heval Herkî ji bo raya giştî ya Awûstralyayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Herkî got, “Faşîstê serdemê Erdogan ê ku di şerê hegemonyayê de hewl da ji bo aştiyê navbeynkariyê bike, di heman demê de welatê Kurdan dagir û Kurdan qir dike. Çawa ku dewleta federal a Awustralya û Scott Morrîson ji bo Ukraynayê hestyariyê nîşan didin, ji kerema xwe re ji bo Kurdan jî hesasiyet û bertek nîşan bidin.”
GRAZ
Kurdistanî û dostên wan ên ku saet di 16:00’an de li Haûptplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin cem hev, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Di çalakiyê de ku bi pankart û dirûşmeyan li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta malbata Barzanî bertek hat nîşandan, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin.